KOCAELÎ - Li Derînce, zilamê bi navê Şehmûz Ersaît, jina bi navê Nûray Adar a hev berdabûn kuşt. Ersaît dûre înxar kir.
Zilamê binavê Şehmûz Ersaît ê li navçeya Derînce ya Kocaelî dijî, bi çekê jina bi navê Nûray Adar a hev berdabûn kuşt û dûre întîxar kir. Piştî îxbara hat kirin ekîbên tenduristî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên tenduristiyê piştî kontrola kirin, da zanîn ku Adar û Ersaît jiyana xwe ji dest dane.
Piştî lêkolîna li cihê bûyerê hat kirin, cenazeyê Adar û Ersaît birin morgê. Li aliyê din, polîsan derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kirin.