COLEMÊRG – Li herêma Hedînê ya li ser sînorê Colemêrgê û Herêma Federe ya Kurdistanê ku operasyona eskerî lê didome şewatek mezin derket. Hat ragihandin ku di şewatê de keriyek pez jî şewitiye.
Li ser sînorê navçeya Rûbarok a Colemêrgê û Herêma Federe ya Kurdistanê ji ber operasyona eskerî şewatek berfireh derket. Şewat heta qada operasyona TSK’ê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê dirêj bû. Şewata li herêma Hedînê ya di navbera her du sînoran de didome û hat zanîn ku di şewatê de keriyek pez jî şewitî. Hat ragihandin ku esker destûr nadin welatiyan mudaxeleyî şewatê bikin.