ERZIROM – Kevirê Oltiyê ku li navçeya Oltî ya Erziromê tê derxistin, hêj rastî eleqeyek mezin tê. Tizbî, hungulîsk, guhar û qolyeyên ku ji kevirên Oltiyê tên çêkirin, li gor çeşnên xwe û çêkirina xwe buhayê wan di navbera 130 lîre û hezar lîreyî de diguhere.”
Hîn jî eleqeyeke zêde ji bo kevirê Oltiyê heye. Guhar, tizbî, qolye, hungulîsk hwd. ên ji kevirê Oltiyê tên çêkirin, buhayê wan ji 130 lîreyî dest pê dikin. Li gor nexşa li ser wan û xebata wan buhayê wan diguhere û heta hezar lîreyî jî diçe.
Li Çarşiya Hunerên Destan a navçeya Oltî ya Erziromê yek ji hosteyê vî karî jî Abdulkadîr Demîrcî ye û di dikana xwe ya 5 metrekareyî de vî karî dike. Demîrciyê 53 salî anî ziman ku ew ji bavê xwe hînî vî karî bûye û 38 sal in dike. Demîrcî got ku welatê sinheta kevirê Oltiyê Tatarîstan e û wiha got: “Di şerê Osmanî-Rûsan ê 1878-96’an de hin leşkerên li Oltiyê dîl tên girtin û li Tatarîstanê çêkirina tiştên ji kevirî dibînin. Piştî çend salan, şûnde li gundê Oltûyê digerin û di lêgerînên li çend gundan de vî kevirî dibînin. Leşkerên tirk ên dîl ketibûn destê rûsan direvin û ev huner ji wê rojê heta niha didome.”
Demîrcî, diyar kir ku di encama lêkolînan de li gundê Lîspek, Norpet, Taûksev, Karlaha yên navçeya Oltiyê ev kevir tên derxistin û wiha got: “Li van gundan gundî bi rê û rêbazên berê, 100-150 metre ji bin erdê derdixin. Bîrên pir teng çê dikirin û gundî dikevin van bîran û vî kevirî derdixin. Bi kîloyan difiroşin.”
Demîrcî anî ziman ku kevirê Oltiyê halê fosîlbûyî yê dara hevristê ye. Demîrcî, dest nîşan kir ku ew fosîlên ku ji gundiyan dikirin bi birekê jê dikin û paşê bi kêrê derdora wê dimehînin û vediguherînin kevirên biçûk. Demîrcî wiha domand: “Paşê em bi metqabê nêv van keviran qul dikin, di tornayê re derbas dikin. Jixwe dema di torneyê re derbas dibe, tê fêmkirin ku koka darê ye. Em kevirekî tizbiyê di 3 deqîqeyan de çê dikin.”
HETA HEZAR LÎREYÎ JÎ TÊN FIROTIN
Kevirên tên dikanan, di nav destên hosteyan de şikil digirin û tên xemilandin. Tê gotin ku kevirê Oltiyê ji bo Stresê baş e. Ji vî kevirî guhar, tizbî, hungulîsk, qolye û gelek tiştên din tên çêkirin û buhayê wan di navbera 130 lîre û hezar lîreyî de diguhere.
MA / Mujdat Can