EDENE - Mamosteyê endamê Egîtîm Senê Cemîl Ozen li Edeneyê bi KHK'ê hat îxrackirin. Ozen diyar kir ku heta desthilatdariya siyasî roja mamosteyan pîroz dike, bila mafên wanên bingehîn bide.
Piştî derbeya 12'ê Îlonê serkêşê derbeyê Kenan Evren xwest 24'ê Mijdarê wekî Roja Mamosteyan bê pîrozkirin. Wê rojê ji hêlekê ve 24'ê Mijdarê wekî Roja Mamosteyan divê bê pîrozkirin, ji hêlekê ve jî bi qanûna hemjar 1402'yan gelek mirovên zanyar ji zanîngehan hatin avêtin. Dîsa di heman demê de Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) hat avakirin, mamoste an ji pîşeyên xwe hatin dûrxistin an jî sirgûn bûn. Gelek mamoste di bin navê îbareya "li ser lazimahiya dîtî" tayîn kirin û gelek mamoste hatin deqkirin, di wê demê de "Roja Mamosteyan" dihat pîroz kirin.
'47 MAMOSTE HATIN ÎXRACKIRIN'
Sal 2016 li welat hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê derket pêş û Rewşa Awarte "(OHAL) hat îlankirin û 28 Biryarên Di Hukmê Qanûnî (KHK) hatin derxistin; di çarçoveya van KHK'an de 113 hezar û 440 xebatkarên cemaweriyê ji pîşeyên xwe hatin îxrackirin. Xebatkarên cemaweriyê yên ji kar hatin îxrackirin, ji van sedî 36'ê wan yanî 41 hezar û 5'ê wan mamoste bûn. Li gelenperiya welat hezar û 594 mamosteyên ku endamên Egîtîm Senê ne hatin îxrackirin, li Edeneyê 47 mamoste hatin îxrackirin.
'ROJEKE SEXTE YE'
Mamosteyê endamê Egîtîm Senê Cemîl Ozen li Edeneyê bi KHK'a hejara wê 675'an hat îxrackrin. Ozen aşkera kr ku armanca KHK'an ew e, rêxistinbûna xwendevanan belav bikin û wê hişmendiya xwe bi rêxistinkirinê ji holê rakin. Ozen got ku "DMK'a bi hemjara 657'an xebata ewle ji holê radike û lez dide perwerdeya arizî" û wiha axivî: "24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan, ji bo derbekarên 12'ê Îlonê li ser mafên mamosteyan bigirin û zexta hatî kirin veşêrin, ev roj avêtin bolê. Ev rojek sexte ye."
Ozen aşkera kir ku her çendî hatibin îxrackirin dest ji têkoşînê berneda ne û ji xwendekarên xwe qut nebûne, piştrast kir ku her dem ew li rewşa hev du dipirsin.
Mamosteyê bi KHK'ê hat îxrackirin ê bi navê Munîr Korkmaz jî anî ziman ku armanca desthilatdariya siyasî ew e, derbê wekî firsendekî bixebitîne û hemû muxalîfan tasfiye bike û wiha pê de çû: "Dixwazin çavê Egîtîm Senê bitirsînin. 500 endamên Egîtîm Senê hatine îxrackirin, kesên serî netewandin zêdetir bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Lê em ê tu tawîzan nedin û têkoşîna xwe dewam bikin."
'EM MAFDAR IN'
Korkmaz destnîşan kir ku wan bi endamên Egîtîm Senê re tora piştgiriyê ava kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her çendî em 24'ê Mijdarê wekî Roja Mamosteyan qebûl nekin jî xwendekarên me di vê rojê de hezkirinên xwe didin nîşan. Heke em vê têkiliyê nebînin, dê 24'ê Mijdarê hem ji bo me û hem jî ji bo xwendekarên me zehmet be. Ez vê jî bêjim, 13 meh e ez hatime îxrackirin, di vê pêvajoyê de hem xwendekarên min û hem jî malbatên min ez tenê nehiştime."
Korkmaz derbirî ku îxracan bandoreke xirab li ser xebatên wan ên sendîkayê nekiriye û ev tişt got: "Gelek hevalên me di rêvberiyan de cih girtin. Hevalên me yên din di destê wan de daxwazname tev li xebatên senfîkayan dibûn. Dawaiya dawî kesên xwestin me teslîm bigirin, bi ser neketin. Ji ber ku em mafdar in û bawer dikin ku em ê bi ser kevin."