AMED - Li Amedê, bi teqemeniyên bi destan hatine çêkirin êrîşî navendeke polîsan hat kirin û di êrîşê de 4 kes birîndar bûn.
Li Yenîşehîr a Amedê êrîşî Amîrtiya Navenda Polîsan a Şehîtlerê. Hat diyarkirin du kesên serçavên wan birûpoş, bi teqemeniyên bi destan hatine çêkirin êrîşî navenda polîsan kirin. Kesên êrîş pêk anîne piştî teqemeniyê bi çekan jî êrîş kirin û paşê ji cihê bûyerê dûr ketin. Hat hînbûn ku di bûyerê de 4 kes birîndar bûne û kesên birîndar bi ambulansan rakirine nexweşxaneyê.