ENQERE - TÎHV'ê têkildarî dersînorkirina koçberan , daxuyanî da û xwest Tirkiye li gorî pîvanên peymana navneteweyî ya koçberan tev bigere. TÎHV'ê xwest dersînorkirina welatiyên Sûri ya bi zorê û komî bê rawestandin.
Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV), têkildarî dersînorkirina welatiyên Sûriye ya ji Tirkiyeyê daxuyanî da. TÎHV'ê xwest bi lez dersînorkirina welatiyên Sûriye yên Tirkiye bê rawestandin û Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên penaberan tev bigere. TÎHV'ê anî ziman ku li Tirkiye bi zorê wekî ku bi dildarî dixwazin warên xwe bi koçberan dide îmzekirin û wiha got: "Bi komî koçber dikin. Bi vê yekê ewlehiya wan ji holê radibe. Bila koçberkirina bi zorê û vegera bi komî bê rawestandin. Divê Tirkiye li gorî peylanan tev bigere. Walitiya Stenbolê di 22'ê Tîrmehê de daxuyanî da. Wezîr jî diyar kir ku heta 20'ê Tîrmehê 43 hezar koçber paşve vegerandine û heta dawiya salê wê bigeje 80 hezar penaberan. Ev yek di milê îfade û azadiyê de me dixe nava fikarên mezin. Em dixwazin ku Tirkiye li gorî peymana navneteweyî ku îmze kiriye tev bigere û gavan bavêje."