AMED – Derbarê encûmenên Şaredariya Pîranê de bi sedema goristan ziyaret kirine lêpirsîn hat destpêkirin.
Encûmenên Şaredariya Navçeya Pîranê ya Amedê Abdurrahman Sert, Mustafa Çavdar û Hayrî Yakut, Ramazan Bayram bi boneya Cejna Remezanê çûbûn serdana goristana li gundê Pîrejman a Pîranê. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê encûmenan de lêpirsîn da destpêkirin. Miduriyeta Polîsan a Amedê bang li encûmenan kir ku biçin îfade bidin.