ENQERE – Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, mirina leşkerê ji Wanê Suat Surkî bir meclisê. Surkî dê roja ku teskere bistanda biribûn operasyonê û jiyana xwe ji dest dabû.
Ciwanê bi navê Suat Surkî yê ji Wanê, piştî leşkeriya bi darê zorê dikir, rojek mabû teskereya xwe bistîne û ew roj birin operasyonê û jiyana xwe ji dest da. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Adem Geverî, mirina Surkî bir meclisê. Geverî xwest Wezîrê Ewlehiya Neteweyî Nurettîn Canîklî pirsên der barê mirina Surkî de bibersivîne. Geverî got ku "Roja ku dê leşker Suat Surkî teskereyê bistîne, birina wî ya operasyonê rewşek awarte ye?"
Ji bo Canîklî bibersivîne, Geverî ev pirs ji wî kirin:
“* Li gorî teamula zanyarî a giştî leşkerên ku çend roj bimîne ku teskereyê bistîne, di çarçoveya spasdariyê de ji bo ji malbat, hezkirin û xwe re pêwîstî û diyariyan bistîne, wan ji hemû karên rûtîn dûr digirin. Çima dilgermiyek wiha nîşanê leşkerê bi navê Suat Surkî nedan?
* Ji ber ku pereyê wî tune bû leşkeriya bi berdêl nekir û salekî leşkeriya bi darê zorê kir û peywira xwe anî cih, çima zarokên xizan nayên xelatkirin û gelo vê yekê heq nakin?
* Rayedaran aşkera kiribû ku dê li cihê leşker (er), dê leşkerên pispor bibin operasyonan, çima hêj leşker di operasyonan de cih digirin?
* Otopsiya leşker Suat Surkî hatiye kirin? Heke hatibe kirin, li gorî otopsiyê gelo mirina Suat Surkî çawa qewimî?