STENBOL – Cîgirê Midurê Giştî yê Halk Bankê yê berê Mehmet Hakan Atîlla yê li Amerîka girtî bû û ew tahliye kirin, hat Tirkiyeyê.
Cîgirê Midurê Giştî yê Halk Bankê yê berê Mehmet Hakan Atîlla yê li Amerîka ji ber danekirina Amerîka ya li ser Îranê binpê kiribû 32 girtî ma, di 19’ê tîrmehê de ji aliyê Dadgeha Amerîkayê ve hat berdan. Atîlla îro bi balafira Tirkiyeyê gihîşt Balafirgeha Stenbolê. Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak û Midurê Giştî yê Halk Bankê Osman Arslan, Hakkan Atîlla pêşwazî kirin.
Atîlla di 27’ê adara 2017’an de li Balafirgeha JFK a New Yorka Amerîkayê hat girtin. Atîlla bi sûcdariya danekirinên Amerîka yên li ser Îranê binpê kiriye hat girtin. Tekane bersûcê dozê bû û dihat darizandin.