MÊRDÎN – Li Mêrdînê di serdegirtina malan de Hevserokê Rêxistina DBP’ê Şêhmus Sun û Endamê Meclîsa HDP’ê Sedat Ay jî hatin binçavkirin.
Li navçeyên Mêrdînê di serdegirtina malan de serê sibehê Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, encmûnê Şaredariya Nisêbînê Mehmet Emîn Alkan û Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînê Leyla Bozkurt hatibûn binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonê de Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê Sîraç Saraç, rêveberên HDP’ê Hamdîn Ermîş û Selah Falay jî hatibûn binçavkirin. Saraç, Ermîş û Falay piştî li emniyeta Nisêbînê girtek îmze kirin hatin berdan.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînê Şêhmus Sun û endamê Meclîsa HDP’ê Sedat Ay jî hatin binçavkirin. Hat zanîn ku biryara sînorkirinê danîne ser dosyeya lêpirsînê û dê parêzer biçin li gel binçavkiriyan hevdîtinê pêk bînin.
Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer jî di çarçoveya heman lêpirsînê de serê sibehê li Amedê hatibû binçavkirin.
Binçavkirî li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê tên ragirtin.