AYDIN - Li Aydinê 64 lêgerîna jeotermal, 7 fîrmayên jêderên jeotermal û 39 qadên ruxseta ava mineral a xwezayî derxistin îhalê. Endamê Komîsyona Derdorê yê Baroya Aydinê Parêzesr Bûlent Tokûçoglû, diyar kir ku jêderkên nû yên bên çêkirin, dê zirarek mezin bide hilberîneran û got, ewê li dijî vê dest bi têkoşîna hiqûqî bikin.
Serokatiya Koordînasyon û Şopandina Razandinê ya Aydinê, 64 lêgerîna jeotermal, 7 fîrmayên jêderên jeotermal û 39 qadên ruxseta ava mineral a xwezayî yên hin navçeyên cuda yên bajêr, bi rêbaza pêşniyaza sergirtî û zêdekirinê, derxist îhalê. Îlana îhalê di 23’yê Tîrmehê de, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Îhaleya 39 qadên ruxseta ava mineral a xwezayî dê di 5’ê Tebaxê de û yên 64 lêgerîna jeotermal û 7 fîrmayên jêderên jeotermal jî dê di 6-8’ê Tebaxê de li odeya Miduriyeta Serokatiya Koordînasyon û Şopandina Razandinê ya Aydinê bên pêşkêşkirin.
PARÊZER TOKÛÇOGLÛ: EMÊ DEST BI TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ BIKIN
Endamê Komîsyona Derdorê yê Baroya Aydinê Parêzesr Bûlent Tokûçoglû, diyar kir ku texrîbatên wiha zirarê didin derdorê, mirovan, axê, darên zeytûn û hêjîran û wiha axivî: “Hilberîner di vî warî de bi bertekin û acizin. Biryara îhalê ya hat dayîn, gefê li tenduristiya derdora Aydinê dixwe. Madeya 17’emîna a Qanûna Bingehîn behsa mafê parastina madî û manewî ya jiyana hemû kesan dike. Dîsa di madeya 46’emîn a Qanûna Bingehîn de, behsa mafê jiyanê ya dinava xwezaya bi tendurist de tê kirin. Ji ber vê ji bo betalkirina biryara JES’an emê serlêdan bikin. Divê di 5’ê Tebaxê de doz bê vekirin û ev biryar bê betalkirin. Ji bo rizgarkirina Aydinê divê ev biryar neyê qebûl kirin. Lê berevajî vê yekê, dê li Aydin jiyan ber bi tanebûnê ve here. Ji bo betalkirina biryarê emê dest bi têkoşîna hiqûqî bikin.”