RIHA - Çêkirin û li xwe kirina kulavan her ku diçe kêm dibe û dibe dîrokî. Li navçeya Sîwereg a Rihayê, hosteyê kulava ê herî dawî Kadrî Yenîgun, ji ber ku êdî daxwaz tuneye, tu qezenca wî nîne.
Di serdemên ku nûvedana xaliyan tune bû de, kulav rastî eleqeyek mezin dihat, lê her ku diçe kulav dibe dîrok û ji holê radibe. Pîşeya kulav a ji ber makînebûyînê, kêm bûye, demên xwe yên dawî dijî. Di demên berê de li navçeya Sîwereg a Rihayê, hejmara hosteyên kulav 40-50 kes bûn. Lê niha hosteyek bi tenê ma ye. Hosteyên ku atolyeyên xwe girtin, êdî nekarin kulavan bifiroşin û debara xwe bikin. Hosteyê kulav ê herî dawî Kadrî Yenîgun, diyar kir ku hempişeyên wî ji ber rewşa aboriyê neçar man ku dikanên xwe bigirin û wiha axivî: "Ez niha hewl didim ku ev pîşeyê min ji holê ranebe. Ez tenê meaşê kesekê derdixim. Di warê aborî de jî tu qezencek min tuneye."
‘TENÊ DIKANEK MA YE'
Yenîgun, da zanîn ku hostetiya kulav pîşeyek gelek kevine û wiha got: “Ez ji bavê xwe fêrî vî karî bûm. Bi înat hewl didim vî pîşeyî bidim jiyîn. Piştî makîne derketin, ev kar paşve çû. Berê 40-50 dikanên kulavan hebûn. Dûre makîne derketin. Êdî ev kar ber bi tunebûnê ve diçe. Li Sîwerekê tenê dikanek ma ye. Di warî aborî de tu qezencek me tuneye. Em rojê tenê 100-150 TL pere qezenc dikin.”
‘GER EM JÎ DEST JÊ BERDIN EV PÎŞE WÊ TUNE BIBE’
Yenîgun, dest nîşan kir ku êdî kes daxwaza kulavan nake û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tenê şivan daxwaz dikin. Berê mirovan gelek nirx didan kulavên malê. Hemû bi destan dihatin çêkirin. Kulav hene, lê kes nakire. Ger em jî dev ji vî karî berdin, wê ev pîşe tune bibe. Lê di rastiyê 4-5 hezar dîroka vî pîşeyî heye. Divê em xwedî derkevin.”