WAN – Li navçeya Westana Wanê karkerên zeviyan ên ji serê sibehê heta êvarê dixebitin diyar kirin ku ew heqê keda xwe nastînin û li şûna wan kesên navbeynkar qezenc dikin.
Li navçeya Westanê ya Wanê zebzeyên di meha gulanê de hatin çandin dema çinandina wan dest pê kir. Cotkarên çandiniya zebzeyan dikin ji ber mesrefê wan bi gazin cin. Hilberînên ji zeviyan kom dikin tenê têra mesrefê lê diçe dike. Karker jî ji berbanga sibehê heta êvarê li nav zeviyan dixebitin û heqê keda xwe nastînin. Karker bi 55 lîre yewmiye dixebitin.
Ne cotkar ne jî karker ji qezanca xwe kêfxweş in û diyar dikin ku tenê navbeynkar qezenc dike. Navbeynkar û esnafên halê hilberînê bi du qatê ku distînin difiroşin.
'EM DIXEBITIN LÊ QEZENCA ME NÎNE’
Ahemt Tokmak (21) ê ji berbanga sibehê ve dest bi kar dike li nav zeviyan firingî, îsto, xiyar, petêx û fasûliyan berhev dike. Tokmak rojê 55 lîre yewmiye distîne. Tokmak da zanîn ku ev yewmiye mesrefên wî dernaxe û got: “Em neçarin vî karî bikin. Heke em vî karî jî nekin wek din kar nîne em bikin. Ji meha gulanê ve li nav van zeviyan dixebitim. Lê em pere qezenc nakin.”
‘EM ROJÊ 12 SAET DIXEBITIN’
Tokmak rojek xwe ya li nav zeviyê şîrove kir û wiha got: “Em rojê 12 saet li zeviyan zebzeyan kom dikin. Li gel vê hewa germ jî rojê bi 55 TL yewmiye dixebitim. Ev pere têra me nake, dîsa jî em dixebitin. Karker û cotkar qezenc nakin yên qezenc dikin esnafên halê û market in.”
‘HER SAL XERABTIR DIBE’
Halît Kaban ê li kêleka rêya Westanê 160 donim erd îcare girtiye û zebzeyan çandiye jî got: “Ji ber kar kêm bûn me xwe da karê zeviyan. Em hemaliyê dikin. Yên qezenc dikin esnafên halê û yên navbeynkar in. Hem keda me hem jî keda karkeran tê xwarin. Mafên me tê xwarin. Em dixwazin ku destekê bidin cotkaran. Mesrefên me gelek in lê wezaret destekê nade me. Em her tiştî li vir bi hêza xwe dikin. Em bi zorê pereyê karkeran derdixin. Em nikarin pereyê mazot, gubre û dermanan derbixin. Bihayê gubreyê bûye du qat. Piyase pir xerabe û her sala diçe ji sala dîtir xerabtir dibe.”
‘XEBITANDINA NAV AXÊ MIN BEXTEWAR DIKE’
Çawiya karkeran Mizgîn Înal jî got ji ber ew zaroka herî mezin a malê ye ji zarokatiya xwe ve dixebite. Înal anî ziman ku ew zivistanê bi karê pakêtkirina kartolan dikin û ji meha gulanê şûn ve jî li zeviyan karê berhevkirina zebzeyan dikin û û ji ber tecrûbeyên wê yên salan hene ew bûye çawîş. Înal diyar kir ku ew li gorî daxwaza navbeynkaran û esnafan zebzeyan berhev dikin û hin rojan ji bo daxwaza mişteriyan bicih bînin heta nîvê şevê dixebitin. Înal da zanîn ku karê nav zeviya nher çiqas zehmet be jî lê xebitandina di nav axê de bextewariyê dide wan.
MA / Mujdat Can