DÎLOK – Rojnameger Tayfun Katirci ku ji bedena xwe astengdar e û di rojên herî dijwar de bi biryar û baweriyek xwirt rojnamegerî kir, diyar kir ku 24'ê Tîrmehê Roja Têkoşîna Azadiya Çapemeniyê ye û wiha got: "Ez ji hempîşeyên xwe yên ciwan re dibêjim, Rojnamegerî xizmeta civakî ye."
111 sal berê sansûr hat rakirin. Di serdema herî dawî ya Osmaniyan de, rojname dibin kontrola memûrên sansûrê de derbas dibûn. Piştrê venêrtina karmendan nûçe dihatin çapkirin. Piştî Meşrûtiyeta Duyemîn a hat îlankirin, di 24’ê Tîrmeha 1908’an de ev şek rabû. Piştî venêrtina karmendan bi dawî bû ev yek weke ‘rakirina sansûrê’ di rûpelên dîroka Tirkiyeyê de cihê xwe girt. Her sal di 24'ê Tîrmehê de ev roj weke Cejan Çapemeniyê tê pîrozkirin. Her sal rojnameger 24'ê Tîrmehê wekî Roja Têkoşina Azadiya Çapemeniyê vê rojê piroz dikin. Lê dîsa ji sedî 79 çapemenî di bin zext û sansurê de ye. Yek ji rojnamegerê 24 salin tevî bedena xwe ya asteng rojnamegeriyê dike Tayfun Katirci (46) li ser rewşa rojnamegeriyê ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Katirci, anî ziman ku hêj biçûk bû nexweş ket û bedena wî asteng ma. Katirci, anî ziman ku piştî Ajansa Reklaman ava kir û şûnde piştî demekê ajansa reklaman hat girtin û wiha got: "Wê demê radyo û televizyon nû hatibûn avakirin. Li Dîlokê min serî li koma medya ku li ser televizyon û rojnameyê xebat dikir da. Piştî min serledan kir, serlêdana min hat qebûlkirin. Min li vir koordinatoriya nûçeyan, nûçegîhanê asayişê, edîtorî û midûrtiya nûçeyan kir. Min di hemû beşên kar de cihê xwe girt. Wê demê bêtêl hebûn. Hem min li bêtêla polîsan guhdar dikir, hem jî em di navbera xwe de bi bêtêlê di axivîn. Ez tevî astengiya xwe bi eşqa pîşeyî xebitîm. Min gelek zor û zahmetî dît. Di çûn û hatinê û heta kar de gelek zahmetî min dît. Tevî hemû zor û zahmetiyan min dîsa rojnamegeri kir. "
Katirci, da zanîn ku wî di karê rojnamegeriyê de astengî nas nekir û wiha lê zêde kir: "Min ev kar bi hêza daxwaz, azîm û hezkirinê kir. Ez tu carî ji jiyanê nexeyidîm. Min her dem ji karê xwe hez kir û bi hezkirin karê xwe kir. Beriya ku ez vî karî bikim ez hin caran fikirîm ku dawî li jiyana xwe bînim. Ez 24 salin di saziyek medya de xebitîm. Piştî ez ji wir qetiyam min û hevalekî rojname ava kir. Ez jî bi tecrûba xwe bûm alîkarê wî. Em bi hevre rojname çap dikin û di heman demê de malperek me ya herêmî heye."
'ROJNAMEGERÎ XIZMETEK CIVAKÎ YE'
Katirci, destnîşan kir ku karê rojnamegeriyê di pêvajoyek dijwar re derbas bû û wiha bi dawî kir: “24 salin vî karî dikim. Ez fêr mbûm ku dema mirov heqê vî karî bide ev kar mirovan birçî nahêle. Di karê rojnamegeriyê de divê tu li qezenca zêde nefikire. Karê rojnamegeriyê ne karê bazirganiyê ye. Xizmetek civakî ye. Em xizmeta gel dikin. Em agahiyan didin gel. Ji bo em heqê pîşeyê bidin divê em rojnamegeriya heq û durist bikin. Ez bang li hevalên xwe yên astangdar dikim ku bila ji jiyanê nexeyidin. Ez 24'ê Tîrmehê pîroz dikim."
Hempîşeyê Katirci Îbrahim Demîrtekin jî anî ziman ku 12 salin bi hevre kar dikin û wiha got: ise, “Tayfun dema ev kar dikir ji ber astengdar bû zahmetî dîtin. Wî her dem karê xwe bi evîndarî kir. Tevî astengiya xwe bêyî li zor û zahmetê havîn û zivistanê bike kar kir."