ŞIRNEX - Rûken Cansiri ya 8 salî ku duh li kolanê Cizîrê dilîst polisan bi wesayita zirxî lê qeliband û birîndar kirin. Rewşa Rûken hêj baş nebûye û rewşa wê ya xetere didome.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li taxa Sûrê, li nêzî Pira Deştê dema ku Rûken Cansiri ji xwe re dilîst, polîsan bi maşîna zirxî pir bi lez di kolanê re derbas bû û li Rûkenê qeliband. Polîsan bi maşîna zirxî Rûken Cansiri bi giranî birîndar kir û duh bi maşîna zirxî rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hat zanîn ku xwîn çûye mîdeya Rûken û reşwa wê giran e. Rayedarên Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê diyar kirin ku 24 saetan wê Rûken di yekîneya lênêrîna zêde de bihêlin û piştre li ser rewşa Rûken bikaribin tiştekî teqez bibêjin. Hêj Rûkenê talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye.