ÇEWLIG – Li Çewligê polîsan avêtibû ser malan û di serdegirtina malan de 11 endamên KCD’ê û KÎD’ê binçav kiribûn. Ji 11 kesan 4 kes li midûriyeta polîsan, 3 kes li dozgeriyê û 4 kes li dadgehê piştî îfade dan hatin berdan.
Li navenda Çewligê polîsan bi ser gelek malan de girtibû. Di serdegirtina malan de endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mehmet Zekî Ergul, Erdal Evren, Mehmet Ozdemîr, Ahmet Erdogmuş, Asiye Ulker Kiliç, Asif Yanilmaz, Ozkan Candan û endama Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Hatîce Kavran jî di navde 11 kes hatibûn binçavkirin û biribûn Miduriyeta Polîsan a Çewligê. 11 kesên bi hinceta di panela KCD'ê ya 2018’an de navê wan di lîsteya delegeyan de heye hatibûn binçavkrin. Ji 11 kesen hatibûn binçavkirin jê 4 kes li midûriyeta polîsan, 3 li dozgeriyê û 4 kes jî li dadgehê hatin berdan.