SÊRT - Li ser çemê Ilisû yê Heskifê ku dîroka mirovahiyê ya 12 hezar salan a Heskifê di bin avê de bihêle dest bi testa avgirtinê kirin. Rêyên gundên Sêrtê di bin bendava Ilisû de man
Demek dirêj e li gel hemû bertekên civakê hikûmeta AKP'ê bêyî daxwaz û rexneyên saziyên civakî li ber çavan bigire dîwar, war û berhemên dîrokî yên li Heskifê xera dike û li ser çemê Ilisû ku Heskifê di bin avê de bihêle bendavan ava dike. Niha jî ji bo Warê dîrokî yê 12 hezar salan di bin avê de bihêle li ser çemê Ilisû dest bi testên avgirtinê yê Bendava Ilısû kirin. Piştî pêşiya avê girtin, gelek cih û warên ku nizm û di hîzaya avê de ne di bin avê de man. Rêyên hin gundên ku di kevin ser sînorê Sêrtê jî di bin avê de man. Welatiyên ku rêyên gundê wan di bin avê de man bertekên xwe anîn ziman. Gelek rêyên ku nêj înşaata wan berdewam dike jî wê di bin avê de bimînin. Yek ji van rêyên di bi navê de bimîne rêya navbera Heskif, Şirnex û Basayê de ye.