AMED - Malbata Mucahit Yilmaz ê polîsan li navçeya Rezan a Amedê di serdegirtina malekê de kuşt cenazeyê wî teşhîs kirin. Lê dozgeriyê cenazeyê Mucahît Yilmaz nedan malbatê
Polîsan di 21'ê Tîrmehê de li Kolana Karacadag a Navçeya Rezan a Amedê di qatê 3'emîn de bi ser malbata Yoldaş de girtibûn. Polîsan di serdegirtina malbatê de ciwanê 27 salî Mucahît Yilmaz di malê de kuştibûn û xwediyê malê Ahmet û Bîrsen Yoldaş jî binçav kiribûn. Piştî bûyerê Wezîrê Karên Hundir daxuyanî dabû û gotibû "Di şer de Yilmazê ji çoltarê hatiye jiyana xwe ji dest daye." Lê derketibû holê ku di serdegirtina malê de şer derneketiye. Li gorî daxuyaniya şahidan pirsa "Gelo Yilmaz hat înfazkirin" di aqilan de mabû. Piştî daxuyaniya Wezîr, malbata Yilmaz hatin Amedê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabûn. Bav Abdulkadir Yilmaz piştî serî li dozgeriyê da li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargil li morgê cenazeyê kurê xwe teşhîs kir.
Bav piştî cenazeyê kurê xwe teşhîs kir, dîsa ji bo ku ceazeyê kurê xwe bistîne serî li dozgeriyê da. Lê dozgeriyê ji bo cenaze bide testa DNA ji bav xwest. Piştî vê yekê dayik û bavê Mucahît Yilmaz ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin mînaka xwînê dan. Piştî testa DNA bi encam bibe malbat wê cenazeyê kurê xwe bistînin.