AMED - Doza Cîgirê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'ê a Amedê Racî Bîlîcî ku ji 7,5 salan heta 15 salan ceza tê xwestin hat dîtin. Ji ber serokê dadgehê tune bû toz taloqî 1'ê Sibata 2018'an kirin.
Rûniştina doza Cîgirê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî ku bi îdîaya "Endamtiya Rêxistinê" doz lê hatiye vekirin û heta 15 salan ceza jê tê xwestin, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Bîlîcî di 15'ê Adarê de hatibû binçavkirin û di 21'ê Adarê de bi şertê kontrola Edlî hatibû berdan. Di rûniştina dozê de Bîlîcî û parêzerên xwe amade bûn. Ji ber ku serokê heyetê amade nebû heyetek din tev li dozê bû. Ji ber ku seroke heyeta dadgehê ne amade bû doz taloqî 1'ê Sibata 2018'an kirin.