STENBOL - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, diyar kir ku sala par 56 hezar penaber dersînor kirin û îsal wê 80 hezar penaber dersînor bikin.
Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu, beşdarî bernameya li Salona Konferansê ya Navenda Kongreyê ya Halîçê bû. Soylu, der barê penakerên ji Şerê Sûriye reviyan û koçî Tirkiyeyê kirin nirxandin kir. Soylu, diyar kir ku tenê di sala 2016'an de 729 hezar û 370 penaberên ku hatin ser sînorê Tirkiye û xwestin di Tirkiye de rebas bibin asteng kirin û wiha got: "Me 729 hezar û 370 mirov li ser sînorê herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat asteng kir. Di sala 2018'an de me 547 hezar û 857 mirov asteng kir. Di sala 2019'an de heta niha 167 hezar û 874 penaber li ser sînor hatin rawestandin. Me di sala 2017'an de 175 hezar penaberên koçber ên qaçax girtin. Di sala 2018'an de 268 hezar penaberên koçber girtin. Me îsal 160 hesar penaber ên qaçax girtin. Heta dawiya salê wê bibe 300 hezar.
Sala par me 56 hezar penaber dersînor kir. Îsal emê 80 hezar penaber dersînor bikin.