QERS - Li Qersê, ji bo dosyeya 12 kesên di serdegirtina malan a serê sibê de hatin binçavkirin, biryara veşartinê hat dayîn û dema binçavkirina wan 4 rojan hat dirêjkirin.
Li navenda Qersê serê sibê polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Qersê Guldane Kiliç, rêveberên HDP'ê Nuriye Erkmen, Tûgba Yapişli, encûmena Şaredariya Pazarcixê ya HDP’ê Munevver Subaşi, Hevserokê berê yê HDP'a Qersê Îdrîs Agbaba, Hevserokê berê yê navçeya hatin binçavkirin. Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Qersê. Hênceta binçavkirinê nehat zanîn Akyaka Mûstafa Ozmen, rêveberên berê yên DBP’ê Adem Yildirim, Mehmet Sena Oral, Rêveberê HDP’ê yê Selîm Unal Çalişkan û Hevserokê berê yê DBP’ê yê Dîgorê Mûstafa Îrenli, bi giştî 12 kes hatibûn binçavkirin.
Polîsan her 12 kes birin Navenda Têkoşîna bi Terorê ya Qers (TEM). Ji bo dosyeya 12 kesan, biryara veşartinê hat dayîn û dema binçavkirina wan jî 4 rojan hat dirêjkirin. Hinceta binçavkirin 12 kesan nehat zanîn.