AMED - Li Lîcê di serdegirtina malan de 2 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin û dûre hatin girtin.
Leşkeran li navçeya Lîcê ya Amedê, bi ser malekê de girtin, welatiyên navê C.T. û F.A. bin çav kirin. Leşkeran her du kes birin Qereqola Cendirmeyan a Lîcê û piştî îfadeyên wan girtin sewqî edliyê kirin.
2 kesên îfade dan dozger sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” girtin û şandin girtîgehê.