ÊLIH - Berdevkê Hewldana Jiyandina Heskifê Ridvan Ayhan, bal kişand ser şewitandina li qada Heskifê û diyar kir ku ji bo lêkolîna şewata Hesikfê heyetek serbixwe bê avakirin û ji bo heyet derkeve Heskifê destûr bê dayîn.
Berdevkê Hewldana Jiyandina Heskifê, Ridvan Ayhan, têkildarî şewitandina Heskifê daxuyanî da û xwest têkildarî şewitandina Hesikfê heyetek serbixwe bê avakirin û lêkolîn bikin. Ayhan xwest heyetek serbixwe derkeve ser kehelê û li wir lêkolîn bike û ji bo vê yekê jî xwest destûr bê dayîn. Ayhan, anî ziman ku ji ber şewat li ser keleha Heskifê derket gelek berhem û warên dîrokî bûn xwelî û ji bo zerara derketiye holê lêkolîn bikin destûr bidin heyetê ku biçin lêkolîn bikin. Ayhan, bilêv kir ku ji ber çopa li ser kelehê yên plastîk şewitîn gelek zindî û ruhberên li wir dijîn tev mirine. Ayhan, bilêv kir ku polîsên Navçeya Heskîfê bi hinceta ewlehiyê destûr nedaye wêne bên kişandin.
Berdevkê Hewldanê Ayhan, da zanin ku şewata derketiye li hemû kelehê belav bûye û ji ber vê yekê gelek berhemên dîrokî wêran bûye û zerar dîtiye.
Ayhan, xwest ji bo lêkolînê destûr bê dayîn û heyet karibe biçe li herêmê lêkolîn bike.
MA / Metîn Yoksu