ÊLIH – Dadgehê li Êlihê welatî Salîh Çelîk piştî 6 rojan berda. Welatî 7 meh ji bo îmzeyê çû qereqolê. Di dawiyê de beraet bû. Dadehê ji bo bedela girtina 6 rojan biryara tazmînata 550 lîre û 10 qirûş bê razandin da.
Li taxa Petrolkentê ya Êlihê welatî Mehmet Salîh Çelîk di 11’ê mijdara 2015’an de bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hatibû binçavkirin. Çelîk rojek di binçavan de ma û dadgehê biryara girtina wî da û şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Çelîk ê 5 roj girtî ma, parêzerê wî îtîrazî dadgehê kir û di encama îtîrazê de di 17’ê mijdara 2015’an de bi şertê kontrola edlî hat berdan. Çelîk di çarçoveya kontrola edlî de 7 meh ji bo îmzeyê çû qereqolê. Çelîk di adara 2018’an de ji aliyê dadgehê ve hat beraetkirin.
Çelîk ê hat beraetkirin bi sedema neheqî hatiye girtin û mexdûr bûye li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê 10 hezar lîre madî û 20 hezar lîre jî tezmînata manevî doz vekir.
Dadgehê şênberiya bûyerê, taybetmendiyên rewşê û rewşa kesayî, civakî û aborî ya dozdar li ber çavan girt 350 TL tazmînata manevî, ji bo rewşa mexdûr a kar jî 200 lîre 10 qirûş biryara tazmînata madî û xwest bi giştî 550 lîre û 10 qirûş bê razandin.
'HEQARET LI MIN KIRIN’
Çelîk li dijî biryara dadgehê ya di nîsanê de da îtîrazî Dadgeha Îstînafê kir û got ew di encama biryarek neheq û bêsûc de hatiye girtin. Çelîk da zanîn ku piştî ew hat berdan neçar maye 7 meh li Êlihê bimîne û ji bo îmzeyê biçe qereqolê û got: “Dema min girtin çêr û heqaretê li min kirin. Dema min birin girtîgehê gotin ‘em ê koka we bînin.’ Piştî berdana xwe ji ber serbestiya kontrolê min kar ji xwe re nedît.”
Çelîk anî ziman ku bedela dîl girtina 6 rojan nayê jimartin û got: “Bedela girtina însanekî 550 lîreye gelo?”
MA / Metîn Yoksu