QAMIŞLO - Berdevkê Fermî yê QSD‘ê Kîno Gabriyêl anî ziman ku aliyên dixwazin tevliheviyê derxînin û ziyanan bidin herêmê topek ji Bakurê Sûriyê avêtin Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Kîno Gabrîêl got der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Kîno Gabriyêl têkildarî madeya teqînê ya ji aliyê Bakurê Sûriyê avêtina navçeya Serêkaniyê ya Rihayê daxuyaniyek bi navê QSD‘ê da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Êvara roja Duşemê 22‘ê Tîrmehê topek ji aliyê kesên ne nas ve ji hundirê Sûriyê bi aliyê bajarokê Ceylan Pinarê yê Tirkiyê ve hate avêtin, di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn. Ev kiryara bi armanca santajkirinê ji aliyê kesên ne nas ve hatin kirin ku dixwazin fiteniyê bi afirînin û ziyanê bighînin herêmê. Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên ewlehiyê ji bo naskirina kesên li pey vê bûyerên lêpirîn dane destpêkirin. Em şîfa lezgîn ji birîndaran re dixwazin. "