HATAY - Li Reyhanli ku hema bêje bûye binkeya komên selefî, li ser hewdu teqîn çêdibin û şewat çêdibin. Ji ber van teqîn û şewatan, tirs li şêniyên taxê peyda bûye. Ji ber vê şêniyên navçeyê ji mecbûrî koç dikin lê belê her diçe nifûsa penaberan jî zêde dibe.
Li Reyhanli ya Hatayê ku jomên selefî bi rihetî lê digerin, her rojên şêniyên navçeyê bi tirs û xof derbas dibin. Ji ber teqînên li taxê pêk tên û şewatên çêdibin şik û guman li şêniyên taxê peyda bûne. Di destpêka şerê li Sûriyeyê de nifûsa navçeyê 95 hear bû; lê belê di sala 2010'an de bû 86 hezar û 660, di sala 2011'an de bû 87 hezar û 877, di sala 2012'an bû 89 hezar û 93 û di sala 2013'an de jî tevî penaberên sûriyeyî bû 144 hezar û 525. Di sala 2019'an de nifûsê xwecihên navçeyê kêm bû, lê belê ên penaberên sûriyeyê bû 200 hezar. Li gorî daneyên 2018'an li navçeyê 24 hezar xwendekarên welatiyê Tirkiyeyê hebû û hejmara xwendekarên sûriyeyî jî 15 hezar û 300 bûn û 6 zarokên sûriyeyî jî neçûne dibistanê. Her wiha li Kampa Atmeyê ku li hemberî navçeyê ye zêdetirî 600 hezar penaberên sûriyeyî dijîn.
ŞÊNIYÊN NAVÇEYÊ KOÇ DIKIN, PENABER TÊN
Li gorî hejmarên fermî, li navçeyê di bin navê "komeleyên alîkariyê" de 24 nûnertî û 150 komele hene. Her diçe hejmara şêniyên xwecihî yên navçey kêm dibe. Şêniyên navçeyê dibêjin "ewlehî tune ye" û ji ber vê terka navçeyê dikin û berê xwe didin Antakyayê. Niha hema bêje 80 ji sedî yê navçeyê ji penaberên sûriyeyî pêk tê.
Piştî teqîna 2013'an ku 52 kes mirin, şêniyên navçeyê ditirsin û ji ber vê koçî navendê dikin.
BINKEYA SELEFIYAN
Li Reyhanliyê di 9'ê Hezîranê de dema ji bo cenazeyê rêvebirê payebilind ê DAIŞ'ê Abdulbasit El Sarût merasîmeke girseyî hat çêkirin de û di 5'ê Tîrmehê de dema di wesayîteke ku penaberên sûriyeyî tê de bûn etqînek çêbû de, sê kes miribûn. Ev yek jî nîşan dide ku li navçeyê bê ka komên selefî çi qas rihet in û navçe di dest wan de ye. Herî dawî di 8'ê Tîrmehê de li komeleya alîkariyê ya bi navê "Dost Elî" teqînek pêk hatibû û piştî teqînê pevçûnek çêbibû û di wê pevçûnê de 12 kes birîndar bibûn.
Ji ber van teqîn û şewatên li navçeyê welatî ditirsin. Welatiyekî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, bilêv kir ku reyhanli bûye binkeya komên selefî û bi lanvçeyê bi sedan komeleyên alîkariyê hene û ev komele di warê lojîstîkî de alîkariya van koman dikin. Welatî, got: "Tiştên li vira diqewimin di çapemeniyêd e dernakevin. Dewlet nahêle. Ji ber vê şêniyên navçeyê ji mecbûrî koçî navendê dikin. Li vir hizûra tu kesî tune ye. Tirseke ku dê hema teqînek çêbibe li ser me ye."