RIHA - Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê teqînek pêk hat. Di teqînê de yek jê giran 5 kes birîndar bûn.
Li Taxa Tûrgût Ozal a navçeya Serêkaniyê ya Rihyê, teqînek pêk hat. Teqîn, saet di 21.15'ê êvarî de li Kuçeya 232'yan li mala Yûsûf Atanê 38 salî pêk hat.
Polîs û Serwîsa Tenduristiyê ya Lezgîn sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di teqînê de yek jê giran 5 kes birîndar bûn û kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê.
Nehat hînbûn teqîn ji ber çi pêk hatiye.