'Divê her kes guh bide peyamên Ocalan'

  • rojane
  • 19:15 22 Tîrmeh 2019
  • |
img
 
AMED - Mîtînga Amedê ya "Aştiyek bi rûmet û Çareseriya Demokratîk a li Qada Îstasyonê bi axaftinan berdewam dike. Di mîtîngêde Hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kir ku dema ewil erka xwe pêk anîbûna wê tecrîda li ser Ocalan giran nebûya û ji her kesî xwest ku ji niha û şûnde her kes bêjin êdî bes e û erka xwe baş pêk bînin. Hevserokê Giştî Mehmet Arslan jî, destnîşan kir ku divê her kes guh bide bangawaziyên Ocalan. 
 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, bi şîara "Ji bo aştiya birûmet çareseriya demokratîk" li Qada Îstasyonê mîtînga herêmê li dar xist didome. Bi hezaran kesên derbasî qada mîtîngê bûn, ji 4 aliyan herikîn qada mîtingê. Girseyên hatin qada mîtîngê di her milekî de 2 caran di nokteyên kontrolê re derbas bûn. 
 
KOÇYÎGÎT: RÊYA AŞTIYÊ DI ÎMRALIYÊ RE DERBAS DIBE
 
Di mîtîngê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Gulîstan Kiliç Koçyigît, jî diyar kir ku  piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê li Pirsûsê, Enqere û gelek qadên din komkujî pêk hatin, li dijî HDP'ê operasyon hatin lidar xistin û wiha got: "Her dem xwestin bi tundî, kuştin û binçavkirinê terbiye bikin. Xwestin Kurdan li Sûriye bi çerkez, suryanî, ermenî û erebên Rojava asteng bikin. Xwestin rê li pêş Şoreşa Rojava bigirin. Ji ber vê yekê heta dawî di şer de israr dikin. Ma ji ber ku ew şer, tundiyê dixwazin em ê bisekinin? Na em nasekinin. Em  kesên bêtir bedelan didin emê dest ji têkoşîna aştiyê bernedin. Ma ji ber ku MHP û AKP xwe bi şer xwedî dike em ê dest ji têkoşîna aştiyê berdin? Na em tu carî dest ji têkoşîna aştiyê bernedin. Birêz Ocalan çawa dengê wî li Îmraliyê bilind bû dîsa got aştî. Hemû gelê Cîhanê guh da wî dengî. Ji ber dîsa Birêz Ocalan daxwaza aştiyê anî ziman dîsa dixwazin dengê wî qut bikin. Îro yekem rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe."  
 
Koçyîgît, da zanîn ku niha pêvajoyek nû dest pê dike û wiha lê zêde kir: "Yê vê pêvajoya nû li ser esasê aştî û demokrasiyê pêş bixe hûn in. Brêz Ocalan dibêjei 'Ez di nokteya salên 2013 û 2015'an de me' Yanî dibêje 'ez alîgirê aştiyê me. Ez alîgirê yekîtiya gelê Kurd û Tirk im.' Ji me tevan dixwaze ji bo komara demoratîk û neteweya demokratîk lihevkirina civakî em berpirsiyarê bidin ser xwe. Me di 2013'an de şaşî kir. Me hemû berpirsiyarî da ser milê Ocalan. Lê me dît ku aştî bi têkoşîna hevpar pêş dikeve. 
 
 
GUVEN: JI BO AŞTIYEK MAYINE DIVÊ EM ERKA XWE BAŞ PÊK BÎNIN
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî derket ser dikê û girse silav kir. Axaftina Gunen wiha ye: 
 
Ez bi we serfiraz im. Baş e ez jî endameke ji vî gelî me. Baş e hûn hene. Hevalên ciwan ez çavên we maç dikim. Niha teqeta min zêde tune. Li her derê gelê Kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd rabe jiyana xwe danî holê. Di vê rêyê de me 9 9 hevalên xwe bi rê kir. Zulkuf Gezen, Ayten Mete, Zehra; Medya, Konca, Firat, Mahsum, Umit ez wan bi rêzdarî bibîr tînim bejna xwe li ber wan ditewînim. Wan rêya Îmraliyê vekir. Peyama Ocalan pir vekirî ye. 
 
Ger ku me xebata xwe rast û baş pêk anîbûya wê tecrîda li ser Ocalan nebûya. Wê girtî azad bûna. Ji ber vê yekê em soz didin ku ji nihaı û şûnde xebatên xwe baştir pêk bînin. Emê li ber xwe bidin. Bê berxwedan jiyan nabe. Ji bo wê ji em hemû saziyên me hewl bidin, ji bo dagirkeriya li Kurdistanê bi dawî bibe, aştiyek mayinde derkeve holê emê tev bigerin. Ma ne bes e. Ji bo aştiyek bi rûmet ez tika dikim ku hemû hevalên me baş erka xwe pêk bînin ku em zû bigêjin armanca xwe. Bi taybetî ez ji dayikên me re hurmeta xwe ji dayikan re pêşkêş dikim. Hez bi rêzdarî hurmetê xwe ji hemû gelê me yê ji bajarên herêmê re hatine pêşkêş dikim. Ji ber ez îro dîsa li pêşberî we me ez gelek kêfxweş im. " 
 
Hevserokê ESP'ê Şahîn Tumuklu, bi silavkirina gel dest bi axaftina xwe kir, kesên li Qada 5'ê Hezîranê bi bîr anîn. Şahîn diyar kir ku li ser vê axê bi salan e xwîn tê rijandin û wiha got: "Nikarin krîzê rêve bibin. Serdest faşîzmê pêşve dibin û tên. Faşîzm şer e. Heskîfê dişewite, Cudî dişewite. Hê tê çi ji van bombeyan bikî. Evqas lêçûn ji bo çewisandina mafên bindesta ye. Tu nikarî krîz rêve bibî, qadan qedexe dikî û girtîgehan tijî dikî. Şer kevneşopiya te ye. Ev enî eniya şer e em ê vê eniyê bikin pêşeroj."
 
Serokê KESK'ê yê Giştî Mehmet Bozgeyîk jî wiha got: "Me bedelên mezin dan û em ê vê berdewam bikin. Kesên ku naxwazin êşê bikişînin û li gîrtîgehan mirovên me hene. Ji bo ku kesekî din jiyana xwe ji dest neda silav ji kesên têkoşîna heqîetê dimeşînin re. Bi hezaran hevalên me ji ber ku aştî xwestin ji karê xwe bûn lê me çog dananî û serî netewand. Em kedkar makeqanûneke demokratîk dixwazin û em ji bo vê têkoşînê didin."
 
ARSLAN: PÊVAJOYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya şerî ya li welat û herêmê, operasyonê derveyî sînor ên Tirkiyeyê û peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. 
 
 “Eger rojek azadî bê Kurdistanê, bê Rojhilata Navîn wê sermîmarê wê aştiyê Amed be. Bi salan e li vê xakê xwîna xwişk-birayan diherike. Bi dehan salan e ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, em dibên divê pêvajoya çareseriyê ya demokratîk hebe. Ev çareserî ancax bi aştiyê pêkan e. Îktîdara faşîst a AKP'ê her roj dixwaze daxwazên ji bo aştî demokrasiyê yên kurdan bifetisîne. Ev jî tenê dibe sedema êş û azaran." 
 
Arslan, destnîşan kir ku pêvajoya pevçûnî ya li Tirkiye û herêmê bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye û got: "Li Tirkiyeyê pevçûn bi tecrîdê dest pê kirin. Ji bo pevçûn bi dawî bibin, divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Birêz Ocalan di firsenda ewil de ji bo aştiya civakiyî ay Tirkiyeyê nêrînên xwe aşkere kirin. Eger li Tirkiyeyê tecrîd pêk bê û dengê Birêz Ocalan bê tepisandin wê aloziya li vê xakê kûrtir bibe. Dema Birêz Ocalan biaxive aştî tê vê xakêç Ji vira em careke din bang dikin, ji bo aştiyeke birûmet divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere, divê her kes guh bide bangawaziyên Birêz Ocalan ên ji bo aştiyê." 
 
 

Sernavên din

23/07/2019
21:14 Endamên KCD û KÎD'ê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:25 Rêyên gundên Sêrtê di bin bendava Ilisû de man
20:12 Cenazeyê Mucahît Yilmaz nedan malbatê
19:58 Li 15 gundên Bedlisê qedexeya derketina derve îlan kirin
19:51 Şaredariya MHP'ê 187 karker ji kar derxistin
16:30 Li Dersimê ciwanek dawî li jiyana xwe anî
16:05 Borîs Johnson bû serokwezîrê Îngîlîstanê
15:26 Walîtiya Wanê destûr neda konsera Mem Ararat
14:27 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:27 TGS: Emê Cejna Çapemeniyê pîroz nekin
14:18 Soylu: Em ê 80 hezar penaber der sînor bikin
13:51 Ji bo dosyeya 12 kesên li Qersê hatin binçavkirin biryara veşartinê dan
13:36 Li Duzce cenazeyê dayik û keça wê hat dîtin
13:21 Memoyê benîşt firoş: Ku aştî pêk were dê baş be
12:39 Welatiyan bertek nîşanî opeasyonên dersînor dan: Em aştiyek bi rûmet dixwazin
12:29 Li Lîcê 2 kes hatin girtin
12:22 Bila wêrankirina Heskifê lêkolîn bikin
12:02 Li Muglayê keştiya penaberan noqî avê bû
11:04 Oncu: Yên di 24'ê Tîrmehê de plana hilweşînê amade kirin hilweşiyan
09:56 Bedela dîlgirtina 6 rojan 550 lîre û 10 qiruş e
09:52 QSD'ê têkildarî topa ji Bakurê Sûriyê hate avêtin lêpirsîn dan destpêkirin
09:51 Li Qersê rêveberên ÎHD'ê û HDP'ê hatin binçavkirin
09:04 Nûnerên Rêxistinên Civakî: Pêşniyaren Ocalan ji bo Tirkiye rêya çareseriyê ye
09:03 Ji dêvla doz li polîsan bê vekirin li wan hat vekirin
09:02 Mesrefên nexweşxaneyê yê penaberê ji înşeatê ket nedan
09:01 Li Reyhanliyê ji ber teqînên rû didin, şêniyên bajêr koç dikin, hejmara penaberan zêde dibe
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2019'AN
22/07/2019
23:20 Li Serêkaniyê teqînek pêk hat: 5 kes birîndar bûn
21:56 Temellî: Em ê bi hev re qanûneke bingehîn a demokratîk çêbikin
19:15 'Divê her kes guh bide peyamên Ocalan'
18:13 Mîtînga Aştiya Bi Rûmet û Çareserdiya Demokratîk dest pê kir
16:29 Şaredariya Amedê danasîna Rêbus kir
16:02 Dema ku rêveberiya Kuristana Federe rexne kir weşana radyoyê rewestandim
13:54 Li Çewligê 8 endamên KCD’ê û KÎD’ê hatin binçavkirin
13:47 Waliyê Stenbolê xwest heta 20'ê Tebaxê Sûriyeyî ji Stenbolê derkevin
13:31 Li Aydinê karkerekê înşaetê jiyana xwe ji dest da
13:13 Li Besta şewat bi daristanan ket
12:40 Jeffrey li Tirkiye McKenzie jî li Rojava ye
11:50 Mazlum Dag dê radestî Tirkiyeyê bê kirin gelo?
11:41 Îdîaya di bin çavan de îşkence: Yoldaş rakirin nexweşxanê
11:18 Balafirên Rûsya li bazarekê Îdlîbê xist: 18 mirî
11:16 Ozguneş: Operasyonên Tirkiyeyê dê tiştekî nede destê PDK’ê
10:56 Operasyona li Lîcê bi dawî bû: 5 binçav kirin
10:43 Onlu: Divê em bingeha hevpar bikin qada civakî
09:29 Rêvebera AKP'î avahiya dîrokî ya şaredariyê vale nake
09:18 Ji seraya xwe rojê tonek xiyar berhev dikin
09:17 Mavîoglu: Heke însan ji ceza bitirsin em ê di tariyê de bên veşartin
09:16 ‘Em dixwazin bi rêxistinên ciwanan re platformek hevpar ava bikin’
09:15 Bi 20 qirûşî difiroşin lê li ser dezgehan 10 qatê wê tê firotin
09:13 Gulum: Peymana Stenbolê zîhniyeta zilam a serdest xera dike
09:12 Li Girtîgeha Kurkçulerê girtî li dijî zextan di çalakiyê de ne
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2019'AN
08:22 Bi belgeyên sexte 2 Hezar û 939 sewalên nexweş anîn Tirkiye
21/07/2019
21:56 Koma MA’yê amediyan bi dengê stranên Şêxo û Tîgran dilgeş kirin
21:37 Ciwanên HDP’yî li Îzmîrê şahî li dar xistin
21:22 Li Keleha Heskîfê şewat derket
18:34 TSK amadekariyên ‘operasyona taybet’ dike
18:13 Oluç: Li pey komkujiyan hêzên îktîdarê hene û ji bo vê yekê hesab nayê pirsîn
15:33 Faîlê bûyera pêvajoya çareseriyê xelas kir nediyar hiştin
15:12 ‘Zext û gef nikarin têkoşîna me asteng bikin’
14:07 Eskeran li gundên Licê dest bi operasyonê kirin
13:53 Gelo Mucahît Yilmaz înfaz kirin?
13:06 Êlih ji bo mîtînga Amedê amade ye
12:23 Hunermendek ku bi stranên xwe bûye remza hunerê: Hozan Serhat
12:05 Li Tarsûsê 6 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçuler a Edene kirin
11:03 Helîkoptêrê derdora mezrayê gulebaran kir
10:21 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan dest pê kir
10:18 Asayîşa PDK’ê 4 rojin derketina welatiyên Mexmûrê qedexe kiriye
10:11 Kedkaran banga tevlêbûna mîtînga Amedê kir: Emê li mafê xwe xwedî derkevin
09:52 Çalakiyên Koşûyolû dest pê kir: Piştî 4 salan dengê stranên kurdî bilind bû
09:44 Polîsan li Rezan bi ser malekê de girt: Kesekî jiyana xwe ji dest da û polîser birîndar bû
09:31 Firotina maşîneyan ji sedî 50 kêm bû
09:07 Karkerên madenê doza tazmînata xwe dikin
09:05 Tê gotin qeyûm bi bertîlê goristan jî xistiye ber îmarê
09:04 Dozger ceza li birayê wê birî, lê ew nikare biçe malê
09:01 Hatimogûllari: Tirkiye ji ber pirsgirêka kurd fuzeyên S-400 kirîn
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2019'AN
20/07/2019
17:06 Mizrakli: Emê peravên Çemê Dîcle sererast bikin
16:46 Jinek li Beylîkduzu hat kuştin
16:23 Hiqûqnas: Erka qanûnî pêk bînin û xwezayê biparêzin
16:10 Destûr ji bo mîtînga HDP’ê ya Amedê hat dayîn
15:54 Girti Yilmaz Çerçel ê nexweşiya şîzofrenî pê re heyî nayê berdan
15:37 ‘Înfaza Sinan Turkmen ê nexweş taloq bikin'
15:20 'Girtîgeh bûne navendên mirinê’
15:10 33 kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranin
14:54 ‘Berê mirov bi Torosan, îro jî bi wesayîtên nûjen serwinda dikin”
14:36 HDP'ê komkujiya li Pirsûsê şermezar kir
14:29 Nameya keça bavê wê winda: Dema fikrên we bi biryarên me re dibin yek hemû çiya mahkûmê hilweşînê ne
14:00 Jinên li Kadîfekale kooperatîf avakirin, dest bi firotina hilberînan kirin
13:18 DÎSK: Li dijî şer di 22'ê Tîrmehê de tev li mîtîna aştiyê bibin
13:14 Karkerên ji Şaredariya Alîaga hatin derxistin, xwestin vegerin ser karê xwe
12:39 TSK eskeran li sînor bi cih dike: DYA dixwaze rageşiyê zêde bike û xeta xwe ferz bike
10:38 Li Aknehîrê wê 2 hezar RES bên avakirin
10:37 Rojên Fîlmên Jinan ên Gerok bi dawî bû
10:05 Ji cenazeyên nehatin tespît kirin 7 jê hatin definkirin, 10 jê li morgê ne
09:49 Li Tirkiye zêdeyî 1 milyonek mayîn hatine çandin
09:07 Serokên baroyan: Der barê parastina Heskîfê de çi doz bên vekirin em ê daxil bibin
09:06 Dosyeya Eşref Erdîn jî ket nav dosyeyên kiryar nediyaran!
09:05 Di binçavan de rastî lêdanê hatin
09:04 Ji bo 2 milyon mirov tenê 8 hawizên avjeniyê hene!