AMED - Mîtînga bi şîara "Aştiya Bi Rûmet û Çareseriya Demokratîk" bi tevlêbûna hezaran û rêzgirtinê li Qada Îstasyonê ya Amedê dest pê kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, bi şîara "Ji bo aştiya birûmet çareseriya demokratîk" li Qada Îstasyonê mîtînga herêmê ku ji Êlih, Sert, Merdîn Şirnex, Riha, Çewlîk û navçeyen Amede hatin li dar xist. Mîtîngê bi rêzgirtin û axaftnan dest pê kir. Ewil Hevseroka HDP'ê ya Amedê Huyla Alokmen Uyanik axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ew li dijî şer aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk dixwazin û xwest her kes ji bo aştiyek bi rûmet û neteweya gelê Kurd dengê aştiyê bilind bikin. Alokmen, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Heta bi temamî deriyê Îmraliyê venebe û diyalog pêş nekeve aştiyek bi rûmet pêk nayê. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe. Alokmen anî ziman ji bo aştiyke mayinde û çareseriya demokratîk pêwiste diyalogek azad pêş bikeve.
Piştre Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çiftyurek jî axaftin kir û xwest hemû gelê Kurd ji bo yekîtiya xwe li aştiyê xwedî derkevin.
Mîtîng bi axaftinan berdewam dike.