ENQERE - Ji parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî ku ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha nikare hevdîtin bike, diyar kir ku navê Îmraliyê bûye pergala bêhiqûqiyê. Parêzer Ozgur Erol jî anî ziman ku rejîma usula 800 salan li Grava Îmraliyê ji hole rabûye.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê û endamê Buroya Hiqûqa Asrînê Cengiz Yureklî û Ozgur Erol, der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15'ê Sibata 1999'an de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê didome û pergala Îmraliyê nirxandin kirin. Parêzer Yureklî diyar kir ku li Tirkiye tecrîd bi girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir û bû rojev û wihagot: "Pêkanînên li Îmraliyê pêk tê, qat bi qat tecrîd derbas kiriye. Têkildarî vê bê hiqûqiya li Îmraliyê pêş dikeve me serî li gelek mercên navneteweyî dan. Lê me tu encamên erênî bi dest nexist. Dema mijar dibe Birêz Ocalan hem hiqûqa li Tirkiye û hem jî hiqûqa li Ewropa ya gerdûnî betal dibe û ji holê radibe.
ME SERÎ LI SAZIYÊN NETEWEYÎ Û NAVNETEWEYÎ TEVAN DAN
Yureklî, anî ziman ku wan li dijî tecrîdê serî li hemû saziyên neteweyî û navneteweyî dan û wiha got: “Me di 16'ê Tîrmeha 2016'an de der barê dozger û dadgerên ku erk û peywira xwe xerab meşandine serlêdana sûc kir. Me gilî li Wezareta dadê da. Me serî li HSYK’ê da. Me serî li hemu saziyên eleqeder dan. Em çûn AYM’ê. Me bi dehan caran serî li DMME'ê û CPT’ê da. Lê heta niha me encam negirtiye.
‘JI 1999’AN HETA NIHA EM RAPORAN JI CPT’Ê RE DIŞÎNIN'
Yureklî, destnîşan kir ku ji sala 1999'an heta niha der barê rewşa Îmraliyê de raporan ji CPT re dişînin û lê her dem CPT têkildarî mijarê bê eleqe dimîne û wiha got: "15 mehin em tu agahî nastînin. Em der barê ewlehî û tenduristiya muwekilên xwe de bi guman in. Divê CPT mudaxaleyî vê yekê bike. Divê CPT biçe Îmraliyê û me û cemaweriyê agahdar bike."
‘ÎMRALÎ NAVÊ BÊ HIQÛQIYÊ YE
Yureklî, destnîşan kir ku piştî OHAL'ê pêkanînên li girtîgenan pêk tên, beriya OHAL'ê di 20 salan te bi tevahî li Îmraliyê ketibûn meriyetê û wiha got: “Cewherê mijarê ewe ku li Îmraliyê li gorî kes bi taybetî hiqûqeq taybet heye. Cihê vê yekê di zagon, qanûn, hiqûqa neteweyî û navneteweyî de tune ye. Tiştekî wisa li dijî qanûn û hiqûqê ye. Li Îmraliyê di şexsê Birêz Ocalan de hiqûqek taybet tê meşandin. 20 salin birêz Ocalan ji bo avakirina hiqûqê tê dikoşe. Lê dijberî vê yekê li Îmraliyê hiqûq ji holê rabûye. Bê hiqûqiya li Îmraliyê pêk tê bandorê li ser hemû hiqûqa Tirkiye dike. Navê Îmraliyê bûye pergala bêhiqûqiyê."
‘CPT GIRÎNGIYA REWŞÊ FÊM NEKIRIYE’
Parêzer Ozgur Erol destnîşan kir ku ew bawer nake çûyîna CPT'yê ya li Îmraliyê bi destûra Tirkiyeyê ye û wiha axivî: "Prosedureke xebatê ya CPT'yê heye. Ne saziyeke ew qas zelal û vekirî ya mafên mirovan e, ji ber ku her kes wisa difikire, lê ne wisa ye. Di prosedureke CPT'yê de berî ku her cure zayaretê ragihîne, hiqûqeke wê heye. Ev, ji hêla hemû dewletên alîgir e hatiye erêkirin. Lewre dema CPT tê Tirkiyeyê dikare biçe Îmraliyê. Li dijî vê tu astengî tune. Çûyîna Îmraliyê CPT tercîh dike. Sedema vê bi temamî hiqûqa mafê mirovan a Ewropayê ve girêdayî ye. Heke em bêjin hêj hiqûqeke wiha heye, wê demê hêj qasî ku tê xwestin ji pirsgirêkê ne hayadar in an jî zêde ne di ferqa giraniya pirsgirêkê de ne."
Erol aşkera kir ku CPT di sala 2016'an de hatiye Tirkiyeyê û li Îmraliyê serlêdan pêk aniye, piştre dîsa du caran CPT hatiye Tirkiyeyê, lê di van serlêdanan de neçûye Îmraliyê. Erol piştrast kir ku wan xwestiye der barê mijarê de agahiyan bigirin, lê CPT'yê agahî nedane wan û ji wan bersiva "Di hêla me de rewşeke ku vahmetê bide nîşan em nabînin" dane wan.
Erol anî ziman ku ji ber rewşa heyî ya li Îmraliyê divê hemû saziyên bastûrî (yapısal) xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin û wiha pê de çû: "Em ê vê yekê berdewam bikin. Lê divê bi taybetî di mijara Îmraliyê de helwesta Konseya Ewropayê, DMME û CPT'ê, bi berfirehî bên nirxandin û bi awayekî wekhevî vê pergalê û rêveçûna wê bê nirxandin."
‘REJÎMA USULÊ YA 800 SALAN HAT RAKIRIN'
Erol, xwest êdî her tişt rast bê fam kirin û wiha got: “Hez dikin qebûl bikin an qebûl nekin. Hiqûqa nûjen li ser hin quralên usulê pêş ket. darizandin, cezakirin û lêpirsîna kesan tev li ser vê usulê pêş ket. Di lêpirsîn, darizandin û cezakirinan de diviya bû ku maf û hiqûqa mirovan esas bihatina girtin. Di encamê de bi vê pergale usula hiqûqa 800 salan ji holê hat rakirin. Rejîma usula 800 salan bi pergala Îmraliyê ji holê hat rakirin."
MA / Selman Guzelyuz