AMED – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca xizmeta ji bo turîstan otobusa geştê ya bi navê Rêbus bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî da nasîn. Geşta Rêbus a ewil Pira Deh Derî bû.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), bi armanca xizmeta ji bo turîstên biyanî û yên herêmî otobusek kirî. Otobusa gerê ango geştê ya Amedê navê Rêbus lê kirin. Otobus bi nivîsa kurdî jî hatiye xemilandin û nivîsa “Amed bajarê bîr û evînê ye” lê kirine. 45 rêwî dikevin otobusê. Wê ev otobus rêwiyan bibe cihên turîstîk ên Amedê. Tê payîn hejmara otobusan derxin 8 heban û yek jê dê otobusa servekirî be.
DANASÎNA RÊBUS KIRIN
Şaredariyê danasîna otobusê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli û encûmenên şaredariyê pêk hat. Danasîna Rêbus bi gera ji ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin heta Pira Deh Derî pêk hat. Temelî û şandeya pê re li Pira Deh Derî ji Rêbus peya bûn û çûn ser pirê. HDP’iyan derbarê pir û cihên dîrokî de agahî wergirtin.
HDP’YÎ ÇÛN KELEHA ZERZEVANÊ
Welatiyan li ser Pira Deh Derî kêfxweşiya xwe ji bo Temellî û şandeya pê re nîşan dan. Şande piştî serdana Pira Deh Derî, çûn Koşka Gazî û ji wir jî çûn serdana Keleha Zerzevanê ya di navbera navçeya Çinar û Şemrexê de.