AMED - Hat diyar kirin ku li navçeya Rêzanê Ahmet Yoldaş ê di serdegirtina malê ya kesekê jiyana xwe ji dest da de hatin binçavkirin, ji ber înkenceya lêhat kirin, rakirin nexweşxanê.
Yekîneyên girêdayî Miduriyeta Ewlekariya Amedê, duh di saetên serê sibê de, bi ser mala Ahmet û Bîrsen Yoldaş a li Cadeya Karacadag a girêdayî navçeya Rezan a Amedê de girtin. Di serdegirtinê de, welatiyê binavê Mucahît Yilmaz ê ji navçeya Qoser a Mêrdînê jiyana xwe ji dest da, xwedîyên malê Ahmet û Bîrsen Yoldaş jî hatin binçavkirin.
Cenazeyê Mucahît Yilmaz ê jiyana xwe ji dest da, li Morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Amedê tê girtin. Hat diyar kirin ku malbata Yilmaz a hat Amedê, dest nîşan kirine ku agahiyên nasnameya kurê wan rast, lê ji ber ku hîna cenazayê kurê xwe nedîtine, nizanîn bê ka ewe yan na. Hat ragihandin ku ferdên malbata Yilmaz, ji bo teşhîskirina cezane serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dane.
RASTÎ ÎŞKENCÊ HAT
Di heman demê de, hat diyar kirin ku Ahmet Yoldaş ê di serdegirtinê de hat binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Amedê rastî îşkenceyên giran he ye. Hat ragihandin ku Yoldaş, ji ber îşkenceya lê hatiye kirin, rakirine Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê û tedawiya wî dewam dike. Hevjîna wî Bîrsen Yoldaş jî, hîna li Şaxa TEM’ê ya Amedê tê girtin.