AMED – Partiyên siyasî li Amedê mudaxeleya polîsan a li dijî bîranîna Pirsûsê şermezar kirin. Hevsreoka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran got: “Zext û gef nikarin têkoşîna me ya jiyandinê asteng bikin.”
Rêxistina HDP’ê ya Amedê tundiya polîsan a li dijî bîranîna kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bi civînek çapemeniyê şermezar kir. Civîn li avahiya HDP’a Amedê pêk hat. Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn.
Hevserok Hulya Alokmen ewil di civînê de axivî û 33 rêwiyên Kobanê yên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Alokmen bal kişand ser qedexekirna çalakiyên bîranîna qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê û got: “Êrîşa li dijî bernameyên bîranîna 33 ciwanan nayê qebûlkirin.”
‘TENÊ DEWLET NEGUHERÎ’
Cîgira Hevserokên ESP’ê Beydan Taşkiran jî salvegera 7’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir û şoreş ji bo qurbaniyên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan gelek girîng bû. Taşkiran bi bîr xist ku 4 sal bi ser komkujiyê de derbas bû û got: “Tevî ewqas sal hêj edalet pêk nehatiye. Lêgerîna edaletê didome. Em li kolan û dadgehan têkoşîna xwe dewam dikin. Di 4 salan de tişta nehat guhertin nêzîkatiya dewletê ya li hember pêvajoyê ye. Dewleta ku tişta hewce pêk neanî di salvegera komkujiyê de li Stenbol û Enqereyê însanan bi erdê re kaş kir û êrîşî wekîlên gel kirin. Zext û gef nikarin têkoşîna me ya jiyandinê asteng bikin.”
‘WAHŞETÊ PÊK TÎNIN’
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy jî da zanîn ku êrîşên li dijî bîranînan dewama mantiqê DAIŞ’ê ye û got: “Ev çar sal in li dijî civakê, muxalefeta demokratîk, şoreşgeran, çepgiran, kurdan, elewiyan yanî kesê ne ji wan e wahşetê pêk tînin. Pirsûs sembola vê wahşetê ye. Heta em têkoşîna xwe bigihînin serkeftinê em ê li ber xwe bidin.”