Hunermendek ku bi stranên xwe bûye remza hunerê: Hozan Serhat

img
AGIRÎ – Bi ser koça dawî ya hunermend Hozan Serhat ê di bîra gelê kurd cih girtiye 19 sal derbas bû. Hozan Serhat bi gotinên “Çavkaniyek me ya xurt heye” li dijî tunekirina çanda kurd bi stran û awazên xwe têdikoşe.  
 
Hunermend Suleyman Alpdogan ango Hozan Serhat carna ew li “Ser xanîkan” dibe hevalê zarokan, carna ew dibe awaza “Hewlêr” carna jî dibe mêvanê Tahsîn Taha û carna jî li ber gul û kulîlkên xwezaya welatê xwe dibe parêzvanê xwezayê. Carna jî bi strana “Sîpanê Xelatê” diçe lûtkeya Çiyayê Sîpanê û dibe mêvanê Siyabend û Xecê. Dengê wî ji kerika guhê kurd û dostên wan derneketiye û nayê ji bîrkirin. Bi ser koça dawî ya Hozan Serhat re 20 sal derbas bû. 
 
DI 7 SALIYA XWE DE TEMBÛRÊ DIDE DESÊ XWE 
 
Ji ber bavê Hozan Serhat karmende di 24’ê tîrmeha 1970’an de li navçeya Eleşkîrtê ya Agiriyê hat dinê. Hozan Serhat hêj yek salî bû bavê wî koça dawî dike, Ew biçûkê 5 birayan e. Piştî bavê wan jiyana xwe ji dest dide malbat diçe navçeya Panosa Agiriyê û li vir bi cih dibe. Zarokatî û ciwaniya Hozan Serhat li vir derbas dibe û dibistana xwe heta lîseyê li Panosê temam dike. Kesek pir meraqdar bûye û serê xwe bi tiştên cuda re diwestîne. Hêj 7 salî bûye û tembûra birayê xwe mezin Arîf Alpdogan hildede destê xwe û li gorî xwe tingîniyê jê tîne. 
 
DI BIÇÛKATIYA XWE DE DIÇE STENBOLÊ 
 
Her çiqas birayê wî xwe jê bixeyîdîne jî lê di demek kin de dengê newayan ji tembûrê derdixe. Piştî demeke dirêj fêrî tembûrê dibe û birayê wî jî neçare destekê bidê. Di 16 saliya xwe de serkeftina xwe ya hunerê dide nîşandan û diçe Stenbolê û banda xwe ya bi navê “Gulo” bi navê "Murat Esen" derdixe. Lê piştî demekê ji ber zoriyên aborî neçar dimîne û vedigere Panosê. 
 
FÊRÎ GELEK ESTRÛMANAN DIBE 
 
Di 18 saliya xwe de Beşa Konservatuarê ya Zanîngeha Egeya Îzmîrê qezenc dike û perwerdehiya muzîkê li vir dibîne. Fêrî gelek enstrûmanan dibe û lê dide. Yek ji van enstrûmanên fêr dibe jî amûra bi navê Tar a azerîyan e. Hezkirina muzîka kurdî di dilê wî de zêde dibe û strana “Batmane Batmane” şîrove dike û dibêje. Di sala 1991’an de aliyên hunerê ya netewî û ya gel de têdigîhîje û wek ciwanek kurd jî dikeve nava nîqaşên pirsgirêkên welat û polîtîk. 
 
DI XEBATÊN HUNERKOMÊ DE CIH DIGIRE 
 
Di sala 1991’an de bi Yildiz Alpdogan re tê nasîn û dizewice. Ew di 1’ê tîrmehê de berê xwe dide çiyayan. Hevjîna wî Yildiz Alpdogan li Cizîrê tê girtin û 12 sal û 6 meh ceza lê tê birîn û wê dişînin girtîgehaAmasyayê. Hozan Serhat jî di nav refên PKK’ê de cihê xwe digire. Ji bo pêşketina hunera kurdî wî dişînin Ewrûpayê û di nava xebatên Hunerkomê de cih digire. 4 sal xebatên Hunerkomê birêve dibe. Xwe tenê bi xebata muzîkê re sînor nake û di heman demê de bi xebata şanoyê re jî eleqedar dibe. 
 
‘VEGERA WELAT WEZÎFEYEK E’
 
Hozan Serhat dibêje her çiqas wî xwe di aliyên amûrên muzîkê de li pêş xistibe jî nêrîna xwe ya derbarê şoreşê de wiha tîne ziman: “Ji bo şoreşgerekî vegera welat wezîfeya herî pîroz e.” Hozan Serhat li dijî hemû talûkeyên li ser çand û hunera kurdî derdikeve û wiha dibêje: “Çavkaniyek me ya xurt heye. Vegera ber bi wê çavkaniyê ve, bi taybetî li wir afirandina çanda kurdî dikeve ser milê me. Dengbêjan vê çandê heta îro anî astekê. Heke em dest neavêjin vê çandê wê tune bibe. Çand û hunera kurdan dikin tirkî. Em stranên xwe berê derxin, bixwînin û ji siberojê re ragihînin. Bila winda nebin.” 
 
VEDIGERE WELAT Û DIAFIRÎNE 
 
Di sala 1996’an de vedigere wê axa pir jê hez dike û diçe Navenda Çanda Mezopotamya ya li Hewlêrê û li vir beşdarî bi dehan çalakiyên hunerî dibe. Pêşmbergeyên PDK’ê di sala 1997’an de bi ser navenda çandê de digirin û hin hunermendan dikujin. Hozan Serhat piştî vê bûyerê berê xwe dide Botanê û beriya 20 salan di 22’ê Tîrmehê de li navçeya Elkê ya Şirnexê di pevçûnek eskerên tirk de jiyana xwe ji dest dide. 
 
BERHAMA HEWLÊR 
 
Hozan Serhat gelek stranan gotiye û berhemek wî ya ji 12 stranan pêk tê heye. Ev stran di berhema wî ya bi navê “Hewlêr” de cih digirin: “Hewlêr”, “Mîzgînê”, “Ax Kurdistan”, “Bîranîn”, “Wunken”, “Payîzê”, “Şêre şêre”, “Keça Agirî ya îsyankar”, “Beyadî”, “Vorê varo” û “Sîpanê Xelatê.” 
 

Sernavên din

23/07/2019
21:14 Endamên KCD û KÎD'ê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:25 Rêyên gundên Sêrtê di bin bendava Ilisû de man
20:12 Cenazeyê Mucahît Yilmaz nedan malbatê
19:58 Li 15 gundên Bedlisê qedexeya derketina derve îlan kirin
19:51 Şaredariya MHP'ê 187 karker ji kar derxistin
16:30 Li Dersimê ciwanek dawî li jiyana xwe anî
16:05 Borîs Johnson bû serokwezîrê Îngîlîstanê
15:26 Walîtiya Wanê destûr neda konsera Mem Ararat
14:27 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:27 TGS: Emê Cejna Çapemeniyê pîroz nekin
14:18 Soylu: Em ê 80 hezar penaber der sînor bikin
13:51 Ji bo dosyeya 12 kesên li Qersê hatin binçavkirin biryara veşartinê dan
13:36 Li Duzce cenazeyê dayik û keça wê hat dîtin
13:21 Memoyê benîşt firoş: Ku aştî pêk were dê baş be
12:39 Welatiyan bertek nîşanî opeasyonên dersînor dan: Em aştiyek bi rûmet dixwazin
12:29 Li Lîcê 2 kes hatin girtin
12:22 Bila wêrankirina Heskifê lêkolîn bikin
12:02 Li Muglayê keştiya penaberan noqî avê bû
11:04 Oncu: Yên di 24'ê Tîrmehê de plana hilweşînê amade kirin hilweşiyan
09:56 Bedela dîlgirtina 6 rojan 550 lîre û 10 qiruş e
09:52 QSD'ê têkildarî topa ji Bakurê Sûriyê hate avêtin lêpirsîn dan destpêkirin
09:51 Li Qersê rêveberên ÎHD'ê û HDP'ê hatin binçavkirin
09:04 Nûnerên Rêxistinên Civakî: Pêşniyaren Ocalan ji bo Tirkiye rêya çareseriyê ye
09:03 Ji dêvla doz li polîsan bê vekirin li wan hat vekirin
09:02 Mesrefên nexweşxaneyê yê penaberê ji înşeatê ket nedan
09:01 Li Reyhanliyê ji ber teqînên rû didin, şêniyên bajêr koç dikin, hejmara penaberan zêde dibe
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2019'AN
22/07/2019
23:20 Li Serêkaniyê teqînek pêk hat: 5 kes birîndar bûn
21:56 Temellî: Em ê bi hev re qanûneke bingehîn a demokratîk çêbikin
19:15 'Divê her kes guh bide peyamên Ocalan'
18:13 Mîtînga Aştiya Bi Rûmet û Çareserdiya Demokratîk dest pê kir
16:29 Şaredariya Amedê danasîna Rêbus kir
16:02 Dema ku rêveberiya Kuristana Federe rexne kir weşana radyoyê rewestandim
13:54 Li Çewligê 8 endamên KCD’ê û KÎD’ê hatin binçavkirin
13:47 Waliyê Stenbolê xwest heta 20'ê Tebaxê Sûriyeyî ji Stenbolê derkevin
13:31 Li Aydinê karkerekê înşaetê jiyana xwe ji dest da
13:13 Li Besta şewat bi daristanan ket
12:40 Jeffrey li Tirkiye McKenzie jî li Rojava ye
11:50 Mazlum Dag dê radestî Tirkiyeyê bê kirin gelo?
11:41 Îdîaya di bin çavan de îşkence: Yoldaş rakirin nexweşxanê
11:18 Balafirên Rûsya li bazarekê Îdlîbê xist: 18 mirî
11:16 Ozguneş: Operasyonên Tirkiyeyê dê tiştekî nede destê PDK’ê
10:56 Operasyona li Lîcê bi dawî bû: 5 binçav kirin
10:43 Onlu: Divê em bingeha hevpar bikin qada civakî
09:29 Rêvebera AKP'î avahiya dîrokî ya şaredariyê vale nake
09:18 Ji seraya xwe rojê tonek xiyar berhev dikin
09:17 Mavîoglu: Heke însan ji ceza bitirsin em ê di tariyê de bên veşartin
09:16 ‘Em dixwazin bi rêxistinên ciwanan re platformek hevpar ava bikin’
09:15 Bi 20 qirûşî difiroşin lê li ser dezgehan 10 qatê wê tê firotin
09:13 Gulum: Peymana Stenbolê zîhniyeta zilam a serdest xera dike
09:12 Li Girtîgeha Kurkçulerê girtî li dijî zextan di çalakiyê de ne
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2019'AN
08:22 Bi belgeyên sexte 2 Hezar û 939 sewalên nexweş anîn Tirkiye
21/07/2019
21:56 Koma MA’yê amediyan bi dengê stranên Şêxo û Tîgran dilgeş kirin
21:37 Ciwanên HDP’yî li Îzmîrê şahî li dar xistin
21:22 Li Keleha Heskîfê şewat derket
18:34 TSK amadekariyên ‘operasyona taybet’ dike
18:13 Oluç: Li pey komkujiyan hêzên îktîdarê hene û ji bo vê yekê hesab nayê pirsîn
15:33 Faîlê bûyera pêvajoya çareseriyê xelas kir nediyar hiştin
15:12 ‘Zext û gef nikarin têkoşîna me asteng bikin’
14:07 Eskeran li gundên Licê dest bi operasyonê kirin
13:53 Gelo Mucahît Yilmaz înfaz kirin?
13:06 Êlih ji bo mîtînga Amedê amade ye
12:23 Hunermendek ku bi stranên xwe bûye remza hunerê: Hozan Serhat
12:05 Li Tarsûsê 6 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçuler a Edene kirin
11:03 Helîkoptêrê derdora mezrayê gulebaran kir
10:21 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan dest pê kir
10:18 Asayîşa PDK’ê 4 rojin derketina welatiyên Mexmûrê qedexe kiriye
10:11 Kedkaran banga tevlêbûna mîtînga Amedê kir: Emê li mafê xwe xwedî derkevin
09:52 Çalakiyên Koşûyolû dest pê kir: Piştî 4 salan dengê stranên kurdî bilind bû
09:44 Polîsan li Rezan bi ser malekê de girt: Kesekî jiyana xwe ji dest da û polîser birîndar bû
09:31 Firotina maşîneyan ji sedî 50 kêm bû
09:07 Karkerên madenê doza tazmînata xwe dikin
09:05 Tê gotin qeyûm bi bertîlê goristan jî xistiye ber îmarê
09:04 Dozger ceza li birayê wê birî, lê ew nikare biçe malê
09:01 Hatimogûllari: Tirkiye ji ber pirsgirêka kurd fuzeyên S-400 kirîn
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2019'AN
20/07/2019
17:06 Mizrakli: Emê peravên Çemê Dîcle sererast bikin
16:46 Jinek li Beylîkduzu hat kuştin
16:23 Hiqûqnas: Erka qanûnî pêk bînin û xwezayê biparêzin
16:10 Destûr ji bo mîtînga HDP’ê ya Amedê hat dayîn
15:54 Girti Yilmaz Çerçel ê nexweşiya şîzofrenî pê re heyî nayê berdan
15:37 ‘Înfaza Sinan Turkmen ê nexweş taloq bikin'
15:20 'Girtîgeh bûne navendên mirinê’
15:10 33 kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranin
14:54 ‘Berê mirov bi Torosan, îro jî bi wesayîtên nûjen serwinda dikin”
14:36 HDP'ê komkujiya li Pirsûsê şermezar kir
14:29 Nameya keça bavê wê winda: Dema fikrên we bi biryarên me re dibin yek hemû çiya mahkûmê hilweşînê ne
14:00 Jinên li Kadîfekale kooperatîf avakirin, dest bi firotina hilberînan kirin
13:18 DÎSK: Li dijî şer di 22'ê Tîrmehê de tev li mîtîna aştiyê bibin
13:14 Karkerên ji Şaredariya Alîaga hatin derxistin, xwestin vegerin ser karê xwe
12:39 TSK eskeran li sînor bi cih dike: DYA dixwaze rageşiyê zêde bike û xeta xwe ferz bike
10:38 Li Aknehîrê wê 2 hezar RES bên avakirin
10:37 Rojên Fîlmên Jinan ên Gerok bi dawî bû
10:05 Ji cenazeyên nehatin tespît kirin 7 jê hatin definkirin, 10 jê li morgê ne
09:49 Li Tirkiye zêdeyî 1 milyonek mayîn hatine çandin
09:07 Serokên baroyan: Der barê parastina Heskîfê de çi doz bên vekirin em ê daxil bibin
09:06 Dosyeya Eşref Erdîn jî ket nav dosyeyên kiryar nediyaran!
09:05 Di binçavan de rastî lêdanê hatin
09:04 Ji bo 2 milyon mirov tenê 8 hawizên avjeniyê hene!