AMED – Hat ragihandin ku helîkoptêra eskerî mezraya Bateyt a dikeve navbera navçeyên Licê û Hênê gulebaran kirin.
Hat ragihandin ku helîkoptêra eskerî vê sibehê derdora mezraya Bateyt a dikeve navbera sînorê navçeyên Licê û Hênê yên Amedê gulebaran kir. Nehat zanîn ku di encama gulebaranê de kesek jiyana xwe ji dest daye an nedaye û xisarek madî pêk hatiye an nehatiye.