STENBOL - Li navçeya Beylîkduzû Alî Ekber Ergul hevjîna xwe kuşt û xezûrê xwe bi giranî birîndar kir. Ergul dûre întîxar kir.
Li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê Alî Ekber Ergul ê bi hevjîna xwe re nîşan kir, bi çekê hevjîna xwe Ozlem Ergul kuşt û xezûrê xwe Adiguzel Altûn bi giranî birîndar kir. Ergul dûre întîxar kir.
Welatiyên derdorê yên dengên çek bihîstin agahî dan polîsan. Polîsên hatin cihê bûyerê û ketin malê, ragihandin ku Alî Ekber Ergul û Ozlem Ergul jiyana xwe ji dest dane. Ekîbên tendirûstiyê yên hatin cihê bûyerê Altûn ê bi giranî birîndar bibû rakirin nexweşxanê.