ENQERE - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo girtiyê nexweş Sînan Turkmen xwestin ku înfaza wî taloq bikin.
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo Sînan Turkmen ê 27 salin girtî ye û bi nexweşiya Behçetê ye xwestin ku înfaza wî taloq bikin. Înîsiyatifê di hefteya 255’an de li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de Endama Lijneya Rêveber a Navenda Giştî ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê Sinan Turkmen. Çevîrmen, anî ziman ku Turkmen rastî cezayê muebetê hatiye û 27 salin girtî ye. Çevirmen, anî ziman ku Turkmen bi nexweşiya B'ê ye û 15 salin bi nexweşiya Behçetê ye û wiha got: "Ji ber vê nexweşiyê çavê wî baş nabîne. Ji ber şert û mercên girtîgehê tenê bi îlacan tedawî dibe. Divê bi rêk û pêk ji 3 mehan carekê sewqî nexweşxaneyê bê kirin. Ji ber vê yekê divê înfaza wî bê taloqkirin.
Em dixwazin serlêdana wî li ber çavan bê kirin û bi lez înfaza wî taloq bikin."