AMED/ÊLIH - Xizmên windayan li Amed û êlihê li aqûbeta windayan pirsîn û di çalakiyên vê heftê de hat diyar kirin ku di salên 90’î de mirovan bi Torosên spî û îro jî, bi wesayîtên nûjen serwinda kirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 545’emîn de çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Xizmên windayan, nûnerên rêxistinên civaka sîvîl, Serokê Rêxistina CHP’ê ya Amedê Mehmet Sayin, endamên Komeleya Hêviyên Rengarenk, Komeleya bi Hevre, aktivîstên li Stenbol û Enqerê derbarê zarokan de xebatan bi rêve dibin û rêveberiyên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên serwinda hatin vekirin.
‘JI REJÎMA HÎTLER HESAP HAT BIRSÎN’
Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Hasan Yalçin, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Xizmên windayan û dayik bi salane li bendê ne ku agahiyekê ji zarokên xwe bigirin. Em tim daxwaza edaletê ji desthilatdariya siyasî û dewletê kir. Dema ku em li mînakên dîrokî û yên cîhanê mêze dikin, li Arjantîn, Yugoslavaya û Almaya, hikumet bi paşeroja xwe re rû bi rûyê hev ketin û wisan edalet hat bi cih anîn. Li Elmanya li dijî rejîma Hîtler Dadgeha Cezayê Leşkerî ya Nurnberg hat avakirin û ji bersûc hesap hat pirsîn. Ji bo rû bi rûyê paşeroja xwe ketin bê temîn kirin, divê mekanîzmayek di hûndirê darazê û ji derveyî darazê bê avakirin.”
‘EV HEMÛ SÛCÊN ŞERIN’
Yalçin, da zanîn ku li herêmê bi hezaran mirov hatin serwinda kirin û wiha bilêv kir: “Ev hemû sûcên şerin. Di hiqûqa navneteweyî divê ev bersûc bên darizandin. Heya ku faîl neyin darizandin, windahiyên nû çêbin. Di sala dawî de, li Enqerê û bajarên cuda 6 kes bi zorê hatin windakirin û bi tu awayî agahî ji wan nayê girtin. Mînak Salîm Zeybek, Ozgur Kaya, Yasîn Ûgan û yên din. Di salên 90’î de JÎTEM’ê, yan jî hêzên paramîlîter ên cuda, mirov bi Torosên spî serwinda dikirin û îro jî bi wesayîtên nûjen mirovan winda dikin. Heya ku rastî neyê qebûl kirin û heqîqet neyê bi cih anîn, dê ev bûyer her dewam bikin. Ji bo hemû windayan em daxwaza xwe ya edaletê nû dikin. Divê Wezareta Dadê gavên pêwîst bavêje.”
‘KOMKUJIYA PIRSÛSÊ SÛCÊ ŞERE’
Yalçin, bal kişand ser 4’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ku erkdarên darazê lêpirsîn pêwîst bi de dest pê kirin. Divê lêpirsînên mirovên hatine windakirin, ji ber dembûriyê yên betal kirin. Ev sûcên li dijî mirovahiyê ne. Divê lêpirsînên pêwîst bên dest pê kirin û em daxwaza vekirina dozan dikin.”
Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Adnan Orhan jî, çîroka Mehmet Ertak ê di 20’ê Tebaxa 1992’yan de, li Şirmexê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin xwend û pirsa aqûbeta wî kir.
Daxuyaniya xizmên windayan piştî çalakiya 5 deqe rûniştinê, bi dawî bû.
‘EMÊ JI BO AŞTIYÊ TÊBIKOŞIN’
Rêveber û endamên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 451’an de li avahiya ÎHD'ê li hev kom bûn û bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakî li dar xistin. Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê yê Êlihê Devran Yildiz, di çalakiyê de axivî. Yildiz, diyar kir ku 4 sal bi ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn û wiha got: “Emê daxwaza wan a aştiyê pêk bînin. Emê ji bo vê yekê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin û bejna xwe li hemberî wan di tewînin.”
POLÎSAN GIRTIN Û TESLÎMÎ ENDAMÊN HIZBÛLLAHÊ KIRIN’
Sekrederê Şaxa ÎHD’ê Fahrettîn Asûbay, daxuyaniya çalakiya 451’emîn xwend. Asûbay, diyar kir ku di salên 1990’an de Êlih weke baregeha Hîzbûllah dihat bikar anîn û wiha axivî: “Li dûryana Êlih, Farqîn û Amedê bi hezaran kes hatin kuştin.” Asûtay, dûre li aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê di sala 1992’yan de li navçeya Farqîn a Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û teslîmî endamên Hîzbûllah kirin û birin gundê Sûsa serwinda kirin pirsî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin aqûbeta Akyildiz bê aşkere kirin û faîlên wî bên darizandin. Ligel hemû tiştî jî, emê aqûbeta windan bipirsin.”
Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.