STENBOL - Denîz Gulunay a 27 sal berê bavê wê Hasan Gulunay hat binçaıvkirin û windakirin, nameyek ji çalaktiya Dayikên Şemiyê re şand û got: "Ez bi kijan hevokê hêrs û lêgerîna xwe ya 27 salan a li hemberî dewletê bînim ziman wê kêm bimîne. Wê bêkes û bi tenê bimîne."
Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 747'an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dayik dîsa rastî astengiya polîsan hatin û li kolana Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê hatin cem hev û daxuyani dan. Malbat û dayikan li pêş avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û Ali Şeker, Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, Sekreteryaya Rêxistina Efoya Navneteweyî yê Berpirsiyarê Kampanyayê ya Tirkiye Mîlena Buyum û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. Malbatan wêneyên windayan û rakirin û qurnefil xistin destê xwe. Li ser navê girsê Endama Komîsyona Li Dijî Binçavkirinan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Sebla Ercan daxuyanî xwend.
Ercan, anî ziman ku piştî 09'ê Tîrmeha 2018'an û şûnde pêkanîna rejîmê ya nû xizên windayên ku ji aliyê esker û polîsan ve hatin windakirin ji qada Galatasarayê dûr xistin û wiha got: "48 hefte ye mafê me yê em fikrên xwe û lêgerîna windayan a li Qada Galatasarayê bînin ziman qedexe kiriye. dan Mafê me hatiye îhlalkirin. Hinceta Wezîrê Karên hundir a astengkirina çalakiyê li dijî nirxên gerdûnî yên cîhanê ye û bi tu awayî nayê îzahkirin. Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê jî bi hincetên nayê bawerkirin aşkere dike. Wezaret xwe dixe rewşek pêkenok û dayikên me bi hinceta di nava xebatên terorê de ne asteng dike. Bi Kurtasî Wezîrê Karên Hundir li dijî Dayikên Şemiyê suc dike. Qada Galatasarayê li me qedexe kirine. Mafê me yê lêgerîna mafan îhlal dike û dixwaze em bêdeng bibim û serî bitewînin. Mafê Azadiya Raman û îfadeyê, di pergala demokratîk û azadiyê de rêgeza herî bingehîn e. Lê kî bêdeng dibe bila bêdeng bibe emê bêdeng nebim. Emê lêgerîna xwe ya heq, hiqûq û edaletê berdewam bikin û israr bikin."
Ercan, di hefteya 747'an de çîroka Hasan Gulunay ê di 20'ê Tîrmeha 1992'an de hat windakirin wiha vegot: "Di Gulana 1992'an de Alî Ekber Atmaca li Fermandariya Cendirmeyan a Artvînê bi îşkencyê hat kuştin. Li ser Atmanca nasnameya Hasan Gulunay derket. Li ser vê yekê Polîsan Bavê 4 zarokan ê 32 salî Hasan Gulunay kirin bin qeydan. Hasan Gulunay piştî ket bin qeydan demekê ji hevjîna xwe re got 'Ez ji aliyê polîsan ve têm şopandin. Piştre di 20'ê Tîrmeha 1992'an de dema ji mala xwe ya Tarabya diçû kar û hat revandin. Piştî ji malê derket carek din nehat malê.
Malbatê serî li Serdozgeriyê û Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dan. Lê ji malbatê re gotin 'Hasan nehatiye binçavkirin. Lê lêgerîna wî heye'. Lê rayedarekî payebilind ji malbatê re got 'Hasan Gulunay sax e û di bin çavan de ye' Di heman dirokê de şahidekî din ê li Şaxa TEM'ê ya Midûriyetea Polîsan a Stenbolê hatibû binçavkirin diyar kir ku kesê ku ruyê wî nedît gotiye "Ez Hasan Gulunay. Dixwazin min di bin çavan de winda bikin." Malbatê serî li hemû rayedaran dan. Lê tu encam bi dest nexist. Lêpirsînek xurt neşand. Piştre bi hinceta 20 sal derbas bûye di 31'ê Cotmeha 2012'an de dosya girtin û diyar kirin ku pêdivî bi lêpirsînê tune ye. Di 08'ê Nîsana 2013'an de malbatê dosya birin Dadgeha Qanûna Bingehîn."
Dadgeha Qanûna Bingehîn jî di 21'e Nîsana 2016'an de biryar da ku lêpirsînek xurt nehatiye kirin û ev yek hatiye îhlalkirin. Lê dîsa bi hinceta dosya dereng şandine Dozgeriya Komarê biryara cihê lêpirsînê tune ye da.
Dosya Hasan Gulunay 27 salin didome. Lê ji ber polîtîkayên înkar û bêcezakirinê bersûc nayên darizandin. Heta ku bersûc bên darizandin û cezakirin emê dest ji vê dozê bernedin. Em ê ji Qada Galatsarayê venegerin."
MANEYA KEÇA WÎ HAT XWENDIN
Piştre Denîz Gulunay nameya ku ji bavê xwe Hasan Gulunay re nivîsîbû ji Dayikên Şemiyê re şand û name hat xwendin. Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Umît Efe name xwend.
"27 sal berê bavê min û hevrêyê min Hasan Gulunay hat windakirin. Ez li ber bîranîna wî bi hurmetî bejna xwe ditewînim û li têkoşîna wî xwedî derdikevim. Ez 27 salin bi êşek bêdawî û hêrsa min a venamire dijîm. Lêgerîna me ya em jê venagerin û têkoşîna me ya edaletê berdewam dike û 27 salin bavê min nayê. 27 salên bi tekoşînê borî. Li vî welatî çiqas êşên mezin bi mirovan didin jiyandin. Dema mirov te pênase dike ligel hezkirinê êşê jî dijî. Xwînmijên ku li ser her bihostek axa vi welatî êş hiştine, axîna milyonan kesên bê kefen li ser vê axê razane dikişîne. 27 sal şûnde dîsa em, dayik, bav û zarokên bûne şirîkên êşên me em dîsa bi hevre ne. Em hemû ew qas kêm in, lê ew qas jî bi hevre û tam in. "
'ME JI ÊŞ Û HÊRSA XWE PIR AVA KIR'
"Dema em li te u hemû windayên xwe digerin ji êş û hêrsa xwe pirek ava kir. Dema em yekem car li Qada Galatasarayê li hev kom bûn me digot "Me bi saxî wina kir em bi saxî dixwazin" Me bi vê hişyarî û dirûşmeyê têkoşîna xwe berdewam dikir. Me dizanîbû hûn nadin me. Ji ber ku me dizanîbû bi plana destên tarî yên dewletê hatine windakirin. Êşa windakirina te, êşa tunebûna te di tu saniye û kêliyan de nayê vegotin û pênasekirin. 27 salin ez bi kijan peyv û hevokan bînim ziman kêm û bêkes dimîne. Ez bi kijan peyvan hezkirin û bêrîkirina xwe ya ji bo te bînim ziman kêm dimîne. Hêrsa min a li hemberî dewletê ku te ji min qetandiye kêm dimîne. Hebûna te wekî hêj duh e bi min re jîn dibe. Li gel ku dewlet windayiyên me nadin me, li aliyê din Qada Galatasarayê ku em li windayen xwe digerin li me qedexe kiriye. Vê hişmendiya ku qad li me qedexe kir, nekarîbû me û têkoşîna me asteng bike, lê wê carek din windakir. Têktçûna xwe qebul kir. Bi qedexekirina qada ku em lê li windayan digerin ser windayan nayê girtin. Bila wisa fêm nekin ku wê winda bên ji bîr kirin. Her ku em wêneyê windayên xwe hembêz dikin, em dîsa hesabê vê yekê dipirsîn û wê rojekê bi rastiya xwe re rû bi ru bimînin. Di rastiyê de ya ku jê titirsin hûn in. Dema fikrên we bi biryarên me re dibin yek kîjan çiya bê pêşberî me, mahkûmê hilweşînê ye. Hezar sal jî derbas bibe emê li we bigerin. Em ê têkoşina xwe ya edaletê berdewam bikin. Em ê di her kêliyê de nefes û dengê windayan bi xwe re bigerînin. Li hemû qad û kolanan emê wan bi xwe re bigerînin. Ez ji ber ne li wir im ez xemgîn im. lê dizanim wekî min hûn jî bi wê hezkirinê wêneyê bavê min hembêz dikin û ev yek kêfxweşiyê dide min. Dibe ku bedena min ne li wir be, lê hêrs û ruhê min li wir e. Bi hêrs û bêrîkirina xwe û têkoşîna xwe ya bêdawî ez li gel we me. Di rojên heta ku hêvî ji baweriyê derdikeve û xwe digîne azadiyê em hev bibînin. Ez bi hesret we hembêz dikim. Hûn bi min re ne, ez bi were me. Bi hezkirin silav û rêz. Baş e em hene."