COLEMÊRG - Malbata Çîftçî li navçeya Geverê di mala yek odeyî de têkoşîna jiyanê dide, malbatê bang li gel kir ku piştgiriyê bidin wan.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di dema qedexeya derketina derve de ji ber guleyên topê avahiya malbata Çîftçî jî rûxiya, malbat niha di odeya bi brandayê pêça de têkoşîna jiyanê dide. Malbata çîftçî ya li taxa Gungorê disekine, aşkera kir ku sozên ji bo alîkriyê hatin dayîn yek jî pêk nehat. Malbata Çîftçî destnîşan kir ku rayedarên dewletê berî salekî li ber kamerayan soza alîkariyê dane, lê salek bi ser re derbas bû, tu tişt nehatiye kirin û di şertên gelek zehmet de zivistanê pêşwazî dikin.
SOZÊN WAN BÛN TOZ
Emîne Çîftçî da zanîn ku salek e di şertên zehmet de jiyana xwe dewam dikin, 4 zarokên wê û hevjînê xwe re di maleke yek odeyî de, bê sobe, bê xarin jiyana xwe derbas dikin û wiha axivî: "Bi fermana Waliyê Colemêrgê û Midurê Polîtîkaya Civak û Malbatê, di 7'ê Kanûna 2016'an de hin kesan serî li me dan û soza alîkariyê dan. Li taxa Yeşîldereyê malek ji bo me kirê kirin. Lê ew mal ew qas xirab bû ku me got dê bi ser me de hilweşê. Berf û baran bi ser me de dihat xwarê. Me li ber xwe neda û piştî 3 mehan ew mal terk kir. Roja ku hatin serdana me gelek kamera bi xwe re anîbûn. Dixwestin bi ser me re reklama xwe bikin. Wê demê qaşo gotin ku 'Me ji 2 hezar û 13 malbatan re, 2 milyon û 690 hezar TL alîkariya aborî daye malbatan', lê tiştek tune."
‘MALA ME GELEK XIRAB E’
Çîftçî anî ziman ku piştî di 13'ê Adara 2016'an de qedexeya derketina derve hatiye îlankirin, guleya topê li mala wan ketiye û wiha pê de çû: "Ji ber ku rewşa me ya aborî ne baş e, me tenê ew odeya me ya saxlem bi brandayê girt û em tê de ne. Hevjînê min niha tenê hin rojan karê înşaetê derdikeve dixebite. Roja borî baran barî mala me tev tije av bû. Yanî mal gelekî xirab e. Di van şertên zehmet de zivistan jî tê, 2 zarokên min dixwînin, yek jî nexweş e."
‘REWŞA ERDAL ZIVISTANÊ ZEHMETTIR DIBE’
Çîftçî destnîşan kir ku di 1'ê Tîrmeha 2017'an de kurê wê yê bi navê Erdal li ber malê amûrek dîtiye û di destê wî de teqiya ye, di demsala zivistanê de rewşa wî xirabtir dibe û wiha got: "Di dest û piyên wî de birîn hene, zivistanê zehmetiyan dikişîne. Divê ji bo tedawiya wî alîkarî bê kirin."