Parêzvanên mafên mirovan: Divê muxalefet ji bo hiqûqê bang li dewletê bike

  • rojane
  • 09:03 20 Tîrmeh 2019
  • |
img

WAN - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, redkirina serlêdanên parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku divê di serî de dewlet û bi giştî hemû muxalefet bang li dewletê bike ku li gorî hiqûqê tev bigere. Akin Bîrdal jî got: "Redkirina serlêdanan tê wateya gurkirina êgir." 

 
Her çend piştî çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibe şikandin jî, lê belê meheke serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ên ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bêbersiv hatine hiştin. Parêzvanên mafên mirovan Eren Keskîn û Akin Bîral xwestin ev bêqhiqûqîtî rojek berî rojekê ji holê bê rakirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, bilêv kir ku tecrîd ji roja ku Ocalan anîne Tirkiyeyê heta niha heye. Keskîn, destnîşan kir ku Girtîgeha Îmraliyê derî qanûnên Komara Tirkiyeyê tê birêvebirin û ev her diçe zêdetir dibe. Keskîn, got: "Dewleta Komara Tirkiyeyê Girtîgeha Îmraliyê ji bo polîtîlkayên xwe yên hundurîn kir amûrek. Niha li Girtîgeha Îmraliyê, Tirkiye li gor hiqûqa xwe ya navxweyî tev nagere. Çimkî di hiqûqa wê de diyar e wê hikumxwar di li gor kîjan pîvanan hevdîtinê bi malbatên xwe û parêzeran re çêbikin. Lê vê yekê nake. Beriya hilbijartin atmosfereke wekî tecrîd şikiya be pêk hat. Bi ser de dewletê mirovekî ku em wî qet nas nakin şand giravê. Li wir xwest li ser navê xwe peyamekê bigire, lê bêfêde bû. Mixabin ev tiştên beriya hilbijartinê pêk hatin, piştî hilbijartinê hatin hilawistin." 
 
'DIVÊ KILIÇDAROGLÛ JÎ GAZÎ DEWLETÊ BIKE' 
 
Keskîn, bilêv kir ku der barê kurdan de polîtîkayeke dewletê ya çivanokî heye lê belê ev polîtîka tu encamê nagire û li Îmraliyê careke din tecrîd ketiye dewrê. Keskîn, got: "Partiyên siyasî yên ji kurdan doza dengan dikin baş dizanin ku kurd di çarçoveya îtifaqekê de deng dan wan û eger ne ji dengê kurdan bûna mesele diviya li Stenbolê encamên hilbijartinê biguheriyana jî. Ji bo Dewleta Komara Tirkiyeyê lig or hiqûqa xwe tev bigere di serî de Kiliçdaroglû bi giştî hemû aryedar divê bang bikin. Çimkî li wir Tirkiye li gorî hiqûqa xw etev nagere. Bereksê peymanên navnetewî yên îmzeya xwe li bin wan daniye tev digere. Eger ev bê kirin, wisa difikirim wê encamek jêd erkeve. Di hemû bûyerên binpêkirina mafan de tenê kurd doza hin mafan dikin. Halbûkî ev daxwazeke hiqûqî ye. Divê her derdor vê daxwazê bilêv bike." 
 
'TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN' 
 
Serokê Fexrî yê ÎHD'ê Akin Bîrdal jî divê pirsgirêka edalet, azadî û aştiyê nebe amûra hilbijartinê û got: "Kîjan wexta dema tê xwestin rojeva Tirkiyeyê biguhere, tecrîda yektîpî û girtîgehên tîpa F dikevin rojevê. Ev tecrîd pêkanîneke derî hiqûqê ye. Berê jî em bûn şahidên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê. helbet tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Ocalan nayê qebûlkirin. Ji bo vê Leyla Guven û girtî ketibûn greva birçîbûnê. Mixabin ev tecrîd tenê ne pirsgirêka Îmraliyê ye, pirsgirêka demokrasî, edalet ûa ştiyê ye jî. Diviya her kes bi yekdengî ji bo rakirina vê tecrîdê tev bigeriyana lê mixabin têkoşîn dîsa li ser milêd ayikan ûg irtiyan ma û di vê pêvajoyê de 8 kesî jiyana xwe ji dest da. Hin derdor bi israr naxwazin vê yekê bibînin; çimkî pirsgirêk pirsgirêka kurd e." 
 
Bîrdal, got: "Berxwedana Leyla Guven û nexasim jî ya dayikên kitanspî çalakiyên greva birçîbûnê xistin rojeva Tirkiyeyê. Paşê parêz 4 caran çûn Îmraliyê û ji wir peyamên girîng bi xwe re anîn. Ocalan peyameke 7 xalî şand, lê belê ev peyam rast nehat xwendin û nehat fêmkirin. Niha jî piştî hilbijartinê serlêdan tên redkirin. Bi ya min ev tê wateya gurkirina êgir." 
 
Bîrdal, destnîşan kir ku nexasim jî divê Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê bang bike û bêje tecrîd derî qanûna bingehîn, derî hiqûqê û derî hiqûqa navnetewî ye û got: "A dudoyan jî divê muxalefet vê yekê têxe rojeva xwe. Bi ya min gelê me di 31'ê Adarê û 23'yê hezîranê de nexşerêya Tirkiyeyê nîşan dan. Divê êdî meş di vê rêyê de be. Ji bo vê jî divê di serî de muxalefeta sereke û partiyên din ên muxalefetê vê yekê têxin rojeva xwe û ji bo tecrîd bi dawî bibe demildest divê gavina bavêjin." 
 
Her wiha Bîrdal, destnîşan kir ku divê saziyan navnetewî yên wekî CPT, DMME, Parlementya Ewropayê, Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê jî tecrîdê têxin nav rojeva xwe. 
 
MA / Adnan Bilen - Mujdat Can
 
 
 

Sernavên din

23/07/2019
21:14 Endamên KCD û KÎD'ê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:25 Rêyên gundên Sêrtê di bin bendava Ilisû de man
20:12 Cenazeyê Mucahît Yilmaz nedan malbatê
19:58 Li 15 gundên Bedlisê qedexeya derketina derve îlan kirin
19:51 Şaredariya MHP'ê 187 karker ji kar derxistin
16:30 Li Dersimê ciwanek dawî li jiyana xwe anî
16:05 Borîs Johnson bû serokwezîrê Îngîlîstanê
15:26 Walîtiya Wanê destûr neda konsera Mem Ararat
14:27 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:27 TGS: Emê Cejna Çapemeniyê pîroz nekin
14:18 Soylu: Em ê 80 hezar penaber der sînor bikin
13:51 Ji bo dosyeya 12 kesên li Qersê hatin binçavkirin biryara veşartinê dan
13:36 Li Duzce cenazeyê dayik û keça wê hat dîtin
13:21 Memoyê benîşt firoş: Ku aştî pêk were dê baş be
12:39 Welatiyan bertek nîşanî opeasyonên dersînor dan: Em aştiyek bi rûmet dixwazin
12:29 Li Lîcê 2 kes hatin girtin
12:22 Bila wêrankirina Heskifê lêkolîn bikin
12:02 Li Muglayê keştiya penaberan noqî avê bû
11:04 Oncu: Yên di 24'ê Tîrmehê de plana hilweşînê amade kirin hilweşiyan
09:56 Bedela dîlgirtina 6 rojan 550 lîre û 10 qiruş e
09:52 QSD'ê têkildarî topa ji Bakurê Sûriyê hate avêtin lêpirsîn dan destpêkirin
09:51 Li Qersê rêveberên ÎHD'ê û HDP'ê hatin binçavkirin
09:04 Nûnerên Rêxistinên Civakî: Pêşniyaren Ocalan ji bo Tirkiye rêya çareseriyê ye
09:03 Ji dêvla doz li polîsan bê vekirin li wan hat vekirin
09:02 Mesrefên nexweşxaneyê yê penaberê ji înşeatê ket nedan
09:01 Li Reyhanliyê ji ber teqînên rû didin, şêniyên bajêr koç dikin, hejmara penaberan zêde dibe
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2019'AN
22/07/2019
23:20 Li Serêkaniyê teqînek pêk hat: 5 kes birîndar bûn
21:56 Temellî: Em ê bi hev re qanûneke bingehîn a demokratîk çêbikin
19:15 'Divê her kes guh bide peyamên Ocalan'
18:13 Mîtînga Aştiya Bi Rûmet û Çareserdiya Demokratîk dest pê kir
16:29 Şaredariya Amedê danasîna Rêbus kir
16:02 Dema ku rêveberiya Kuristana Federe rexne kir weşana radyoyê rewestandim
13:54 Li Çewligê 8 endamên KCD’ê û KÎD’ê hatin binçavkirin
13:47 Waliyê Stenbolê xwest heta 20'ê Tebaxê Sûriyeyî ji Stenbolê derkevin
13:31 Li Aydinê karkerekê înşaetê jiyana xwe ji dest da
13:13 Li Besta şewat bi daristanan ket
12:40 Jeffrey li Tirkiye McKenzie jî li Rojava ye
11:50 Mazlum Dag dê radestî Tirkiyeyê bê kirin gelo?
11:41 Îdîaya di bin çavan de îşkence: Yoldaş rakirin nexweşxanê
11:18 Balafirên Rûsya li bazarekê Îdlîbê xist: 18 mirî
11:16 Ozguneş: Operasyonên Tirkiyeyê dê tiştekî nede destê PDK’ê
10:56 Operasyona li Lîcê bi dawî bû: 5 binçav kirin
10:43 Onlu: Divê em bingeha hevpar bikin qada civakî
09:29 Rêvebera AKP'î avahiya dîrokî ya şaredariyê vale nake
09:18 Ji seraya xwe rojê tonek xiyar berhev dikin
09:17 Mavîoglu: Heke însan ji ceza bitirsin em ê di tariyê de bên veşartin
09:16 ‘Em dixwazin bi rêxistinên ciwanan re platformek hevpar ava bikin’
09:15 Bi 20 qirûşî difiroşin lê li ser dezgehan 10 qatê wê tê firotin
09:13 Gulum: Peymana Stenbolê zîhniyeta zilam a serdest xera dike
09:12 Li Girtîgeha Kurkçulerê girtî li dijî zextan di çalakiyê de ne
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2019'AN
08:22 Bi belgeyên sexte 2 Hezar û 939 sewalên nexweş anîn Tirkiye
21/07/2019
21:56 Koma MA’yê amediyan bi dengê stranên Şêxo û Tîgran dilgeş kirin
21:37 Ciwanên HDP’yî li Îzmîrê şahî li dar xistin
21:22 Li Keleha Heskîfê şewat derket
18:34 TSK amadekariyên ‘operasyona taybet’ dike
18:13 Oluç: Li pey komkujiyan hêzên îktîdarê hene û ji bo vê yekê hesab nayê pirsîn
15:33 Faîlê bûyera pêvajoya çareseriyê xelas kir nediyar hiştin
15:12 ‘Zext û gef nikarin têkoşîna me asteng bikin’
14:07 Eskeran li gundên Licê dest bi operasyonê kirin
13:53 Gelo Mucahît Yilmaz înfaz kirin?
13:06 Êlih ji bo mîtînga Amedê amade ye
12:23 Hunermendek ku bi stranên xwe bûye remza hunerê: Hozan Serhat
12:05 Li Tarsûsê 6 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçuler a Edene kirin
11:03 Helîkoptêrê derdora mezrayê gulebaran kir
10:21 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan dest pê kir
10:18 Asayîşa PDK’ê 4 rojin derketina welatiyên Mexmûrê qedexe kiriye
10:11 Kedkaran banga tevlêbûna mîtînga Amedê kir: Emê li mafê xwe xwedî derkevin
09:52 Çalakiyên Koşûyolû dest pê kir: Piştî 4 salan dengê stranên kurdî bilind bû
09:44 Polîsan li Rezan bi ser malekê de girt: Kesekî jiyana xwe ji dest da û polîser birîndar bû
09:31 Firotina maşîneyan ji sedî 50 kêm bû
09:07 Karkerên madenê doza tazmînata xwe dikin
09:05 Tê gotin qeyûm bi bertîlê goristan jî xistiye ber îmarê
09:04 Dozger ceza li birayê wê birî, lê ew nikare biçe malê
09:01 Hatimogûllari: Tirkiye ji ber pirsgirêka kurd fuzeyên S-400 kirîn
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2019'AN
20/07/2019
17:06 Mizrakli: Emê peravên Çemê Dîcle sererast bikin
16:46 Jinek li Beylîkduzu hat kuştin
16:23 Hiqûqnas: Erka qanûnî pêk bînin û xwezayê biparêzin
16:10 Destûr ji bo mîtînga HDP’ê ya Amedê hat dayîn
15:54 Girti Yilmaz Çerçel ê nexweşiya şîzofrenî pê re heyî nayê berdan
15:37 ‘Înfaza Sinan Turkmen ê nexweş taloq bikin'
15:20 'Girtîgeh bûne navendên mirinê’
15:10 33 kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranin
14:54 ‘Berê mirov bi Torosan, îro jî bi wesayîtên nûjen serwinda dikin”
14:36 HDP'ê komkujiya li Pirsûsê şermezar kir
14:29 Nameya keça bavê wê winda: Dema fikrên we bi biryarên me re dibin yek hemû çiya mahkûmê hilweşînê ne
14:00 Jinên li Kadîfekale kooperatîf avakirin, dest bi firotina hilberînan kirin
13:18 DÎSK: Li dijî şer di 22'ê Tîrmehê de tev li mîtîna aştiyê bibin
13:14 Karkerên ji Şaredariya Alîaga hatin derxistin, xwestin vegerin ser karê xwe
12:39 TSK eskeran li sînor bi cih dike: DYA dixwaze rageşiyê zêde bike û xeta xwe ferz bike
10:38 Li Aknehîrê wê 2 hezar RES bên avakirin
10:37 Rojên Fîlmên Jinan ên Gerok bi dawî bû
10:05 Ji cenazeyên nehatin tespît kirin 7 jê hatin definkirin, 10 jê li morgê ne
09:49 Li Tirkiye zêdeyî 1 milyonek mayîn hatine çandin
09:07 Serokên baroyan: Der barê parastina Heskîfê de çi doz bên vekirin em ê daxil bibin
09:06 Dosyeya Eşref Erdîn jî ket nav dosyeyên kiryar nediyaran!
09:05 Di binçavan de rastî lêdanê hatin
09:04 Ji bo 2 milyon mirov tenê 8 hawizên avjeniyê hene!