ÎHD: Di 10 salan de 36 welatî bi maşîneyên zirxî hatin kuştin

  • rojane
  • 15:03 19 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê têkildarî welatiyên di 10 salên dawî de bi maşiyên zirxî yên polîs û eskeran hatin kuştin rapor amade kir. ÎHD'ê di raporê de anî ziman ku 63 bûyer rûdane û di van bûyeran de 36 welatî bi maşîneyên zirxî jiyana xwe ji dest dane. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn, diyar kir ku bêcezakirin hêz û wêrekiyê dide faîlan û rê li pêş bûyerên nû vedike. 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê têkildarî bûyerên 10 salên dawî yên maşîneyên zirxî ku li herêmê bûne sedema kuştina welatiyan rapor amade kir. ÎHD'ê bûyerên maşîneyên zirxî yên di navbera salên 2008-2018'an de kom kir û bi sernavê "Rapora Lêkolîna Mafên Jiyanê ya Di Encama Lêxistina Maşîyenên Zirxî yên li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat" bi raya giştî re parve kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun rapor parve kir û diyar kir ku ji ber di 35 salên dawî de şerekî nivco li herêmê didome, taxrîbatên giran ên civakî li pey xwe hiştiye. Zeytûn, da zanîn ku li gorî daneyên ne fermî zêdeyî 50 hezar mirovan di vî şerê nivco de jiyana xwe ji dest dane. Zeytûn, anî ziman ku ev şerê heyî raste rast bandora xwe li ser jiyana mirovên sivîl û mafê jiyanê dike û wiha got: "Di rewşa şerê çekdarî de binpêkirina mafan zêde dibe û mafên mirovan nayê parastin. Yek ji binpêkirina mafan jî bi navê “ewlehiyê" maşîneyên eskerî û polîsan li nava bajar zêde bûne û bûne sedema kuştina gelek welatiyan. Li gorî ve yekê di nava 10 salên dawî yên ku me tespît kirine tabloyek giran li pêş çavan radixe. 
 
DI 10 SALAN DE 63 BÛYER RÛDAN Û 36 WELATÎ HATIN KUŞTIN
 
Zeytûn da zanîn ku di 10 salên dawî de herî kêm li herêmê 63 bûyerên bi maşîneyên zirxî rû dan û di van bûyeran de 16 jê zarok, 6 jin, 14 mêr bi giştî 36 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Di van bûyeran de herî kêm 85 welatî birhîndar bûne û hinek ji wan di milê fîzikî de seqet mane." 
 
ÎHD'ê di raporê de cih dan çend mînakan û minak wiha rêz kirin: 
 
“Di 14'ê Hezîrana 2017'an de li navçeya Lice ya Amedê maşîna zirxî ya eskeran li pîra 85 salî Pakize Hazar qeliand û pelçiqand û kuşt. 
 
Di 27'ê Nîsana 2016'an de li navenda Amedê li ser rêya Gevranê Hatun Elhuman a 55 salî bi maşîna sirxî hat kuştin. 
 
Di 3'ê Gulana 2017'an de li Taxa Karşıyaka ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê panzera polîsan li xaniyê malbata Yildirim qeliband û di malêde birayên hev Muhammed ê 7 salî û Furkan Yildirim "e 6 salî kuştin. 
 
Di 15'ê Mijdara 2015'an de li Navçeya Nisêbînê polîsan ji maşîna zirxî ya kabro gule berdan û welatiya ducanî Selamet Yeşilmen li ber deriyê malê kuşt. 
 
* Di 19'ê Sibata 2016'an de li kolana Çax Çaxê ya Navçeya Nisêbinê polîsên di maşîna zirxî de gule reşandin û Dilşa Ak a 59 salî kuştin. 
 
* Di 30'ê Tebaxa 2016'an de Li taxa Xaçortê ya Wanê tîmên taybet ên di maşina zirxî de gule reşandin û Mustafa Duman ê 17 salî kuştin. 
 
* Di 8'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê tîmên taybet ji maşîna zirxî gule reşand û di gulebaranê de welatî Aydin Tümen, Serhat Buldan, Rahmi Sefali û Nejdet Îşozu jiyana xwe ji dest dan. 
 
Zeytûn, diyar kir ku li gel delîl û şahid diyar dikin ku bûyer bi zanebûn pêk hatiye jî bersûc nayên cezakirin û ev yek rê li pêş bûyerên din vedike. Zeytun, destnîşan kir ku ji ber bi salan e li herêmê şer heye rê li pêş îhlala mafê jiyanê vedike û wiha bi dawî kir: "Bi vê raporê em armanc dikin ku talûkeya şer a li ser mafê jiyanê û rê li pêş îhlalên mafên jiyanê bigirin. Mafê jiyanê pîroz e. Em vê yekê di her demê de tînin ziman. Ji bo mafê mirovan bê parastin û vê yekê bi raya giştî re parve bikin tekoşîn û xebatên me wê berdewam bike." 
 
 
 
 

Sernavên din

20/07/2019
09:03 Helbesta du helbestvanan can daye kilama wê
09:03 Parêzvanên mafên mirovan: Divê muxalefet ji bo hiqûqê bang li dewletê bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2019'AN
19/07/2019
17:13 Fermandarê Cendermeyan a Bedlîsê di êrîşê de hat kuştin
17:05 Nobeta Edaletê li Wanê ye: Heta dewleta hiqûqê pêk neyê dê nobet xilas nebin
16:09 Rewşenbir akademisyen û rojnamegeran bang kir: Huseyin Aykol berdin
16:01 HDP: Şoreşa Rojava rêyek din nîşanda
15:54 Komîteya Amadekar: Werin em bi hev re li dijî şer qîr bikin
15:05 Afîşên Kurdî yên qeyûm rakiribûn, dîsa pê ve hatin kirin
15:05 Mizrakli û Yilmaz bersiv dan derewên derbarê mizgeftan de: Yên qadên mizgeftan kirine cihê bazirganiyê beton rijandin qada hêşînayî
15:03 ÎHD: Di 10 salan de 36 welatî bi maşîneyên zirxî hatin kuştin
14:40 Li Lîcê ji ber bombebaranê ewlehiya mirovan tune ye
14:27 TJA'yê dest bi kampanyeya 5 mehan kir: Ji bo azadiyê rabe ser piyan
14:10 Dadgeha Îstînafê biryara der barê Kişanak û Tuncel de xera kir
13:54 KCD'ê Şoreşa Rojava pîroz kir û Komkujiya Pirsûsê şermezar kir
13:08 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
12:33 Rojnameger Bîlen: Parvekirina min ne heqaret e, rexne ye
11:53 Jinên hilberînerên Hevselê daxwaza bazarê kirin
11:38 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li Balafirgeha Stenbolê çek hatin dîtin
11:10 ‘Darbeya sivîl a AKP’ê OHAL didome’
11:03 Cezayê Zûhal Olcay erê kirin
10:59 Rojên Fîlmên Jinan a Gerok rastî eleqeyek mezin tê
10:49 Di girtîgehê de ji bo zarokan pirtûka ‘Damlayan Masallar’ derxistin
10:20 Turîstên ji ber ala Kurdistanê hatin lînçkirin, hatin der sînor kirin
10:14 Hevjîna Cemîl Yildiz: Ger ku Pirsûs ronî kiribûna wê komkujiyên din nebûya
09:12 Li Kurkçulerê girtî li dijî zext û zoriyan li ber xwe didin
09:11 Dema hişkirina zebzeyan dest pê kir
09:10 Bûlût: Polîtîkaya 200 sal in bi ser neketibe niha jî bi ser nekeve
09:09 Tenê 2 sal û 9 meh ceza li polîsê ku welatiyê 85 salî kuşt birîn!
09:08 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin û îşkence kirin, lê dozger got 'pêdivî bi teqîbatê' tune ye!
09:08 Sewalkar ji ber kêmbûna çêrê ketine heyra çêra pezên xwe
09:07 Avahiyên ermeniyan ên li Çewligê yeko yeko hildiweşin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:44 Balafiran şevê din wargeha Mexmûrê bombe kirin
01:03 Wargeha Penaberan Mexmûr tê bombebarankirin
18/07/2019
16:51 Derbarê 5 parlamenteran de fezleke hat amadekirin
16:41 HDP'ê hevşaredarê nû yê Erdîşê diyar kir
16:41 Serokên 17 baroyan li Heskîfê kom bûn: Dest ji avakirina bendavê berdin
16:27 Guven: Axaftina min ji mexseda xwe hatiye dûrxistin
15:58 ÎHD: Di bin çavan de laçika Merve Demîrel bi zorê ji serê wê derxistin
15:45 Konê teziyê yê Coşkûn qedexe kirin
15:19 Li Balikesîrê di malekê de tûp teqiya: Kesekê jiyana xwe ji dest da
15:18 Karkerên 2 mehin meaşê xwe nagirin çalakî li dar xistin
14:32 Ayaz û Nûpelda li herêma eskerî jiyana xwe ji dest dan
14:25 ‘Paqijkirina deh hezaran mayînan erka sincî û wîcdanî ye'
14:18 Ji bo tevlîbûna mîtînga 'Li dijî şer çareseriya demokratîk' bang kirin
14:11 Dolmîşa koçberan qulipî: 10 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:59 Rojnameger Evren nehat berdan
13:29 Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmanê hat girtin
13:28 4 kes li Xerabê Bava hatin binçavkirin
13:25 Li Amedê qeza: 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn
13:03 Dozger xwest Kaftancioglu bê cezakirin û ji mafên siyasî bê mehrûmkirin
12:54 Li Tarsûsê girtiyek dawî li jiyana xwe anî
12:41 Li Sûriyeyê dê gel salvegera şoreşê pîroz bikin
11:25 Karkerê înşaetê ji qatê 15'an ket û jiyana xwe ji dest da
10:50 Polîsan ciwanê HDP’î bi guleyên plastîk birîndar kir
10:46 Di civîna MÎT û ENKS’ê ya li Efrînê de çi niqaş kirin?
10:39 HDP'ê wê li 5 herêman mîtîngê li dar bixe
10:00 Serokê Meclîsê gotina 'Bajarê Kurdan' qibe dît
09:54 Belgefîlma ‘Efsaneya Yaşar Kemal’ li Amedê hat pêşandan
09:47 Miftîtiyê bi awayekî qaçax li ser erseya şaredariyê mizgeft çêkir!
09:12 Siyasetmedarê ermenî Akhoyan: Divê siyasetmedar dev ji zimanê nefretê berdin
09:11 Bi saya pûl û dermanan dijîn
09:09 'Piştî komkujî pêk hat tevdîr hatin girtin'
09:07 Ji ber li def û zirnê xistibûn hatibûn girtin, piştî sê salan beraat kirin
09:06 Dayika Sîbel: Keça min hatiye kuştin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2019'AN
17/07/2019
16:23 Dadgehê di doza Dink de biryar da
15:35 Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir: Sibeya me roni kir
15:23 Li Hewlerê êrîş li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat
15:06 Li Ege 146 koçber hatin binçavkirin
14:56 Turkdogan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye
14:17 Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya
14:14 'Bi lêdanê em der sînor kirin’
14:12 HDP’ê ji bo zarokên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da
13:33 Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 7 kesan ceza hat xwestin
13:32 Walîtiyê tabelaya navê Dr. Îlhan Dîken daxist
13:28 Mamosteya nehat tayînkirin dawî li jiyana xwe anî
12:48 Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e
12:47 Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîn beraet kirin
12:46 Şoreş li Rojava 7 salî ye
11:54 Dolmîşa kerkeran li Çanakkale qeza kir: 17 karker birîndar bûn
11:52 Firotina xaniyan pir kêm bûye
11:30 Bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê eşkere bû
10:39 Çavkanîya helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê
10:27 Derbarê rojnameger Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin
10:08 Lêkolînerê Lubnanî: Tirkiye gihîştiye dawiya rê
10:07 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê dike
09:59 Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê binçav kirin
09:57 ‘Pereyê li şer xerc dikin li perwerdehiyê xwerç bikin'
09:09 Polîs li Êlihê ciwanan dijfermî binçav dikin û sîxurtî li wan tê ferzkirin
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê