TJA'yê dest bi kampanyeya 5 mehan kir: Ji bo azadiyê rabe ser piyan

  • jin
  • 14:27 19 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED - TJA, bi armanca balê bikişîne ser şer, talankerî, komkujî, tacîz, tecawîz û tundiya li ser jin û zarokan dest bi kompanyeya "Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan” kir û got: "Cîhana me dimire, em cîhana xwe vejînin." 

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya balê bikişîne ser komkujiyên jinan, jenosîta çandî, tacîz û tecawîzên li dijî jin û zarokan û komkujiya xwezayê dest bi kompanyeya "Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan” kir. TJA'yê li Eywana Resepsiyonê ya Sûmerparkê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, bi tevlîbûna gelek jinan civîna çapemeniyê li dar xist û starta kampanyayê da. Jinên beşdarî civînê bûn kincên gelêrî li xwe kirin û berî daxuyaniyê govend gerandin û dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Şoreşa Rojava" berz kirin. Jinan dûre ji bo jinên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz girtin û li ser navê jinan Aktîvîsta TJA'yê Bêrîvan Elter daxuyaniya bi Kurdî da û pişt re Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay jî daxuyaniya Tirkî xwend. Jinan di daxuyaniyê diyar kirin ku di salvegera Şoreşa Rojava de starta kampanyeyek wiha dane destpêkirin pir bi wate û girînge. 
 
Aktîvîsta TJA'yê Berîvan Elter a daxuyaniya bi Kurdî da, bal kişand ser salvegera Şoreşa Rojava û wiha got: "19'ê Tîrmehê salvegera Şoreşa Jinên Rojavayê ye. Şoreşa Jinên Rojavayê, bi pêşengiya jinan, bi jinên cîhanê re tecrubeyeke nû ya têkoşînê da jiyandin û ji me hemûyan re nîşan da ku jiyaneke demokratîk û komînal dê çawa bê avakirin. Ji bo vê yekê em di sosyalîzma sedsala 21. de Şoreşa Jinên Rojavayê wek şoreşa xwe qebûl dikin û li ser hêla enternasyonalbûna vê şoreşa jinan, em vê şoreşê di şoreşa jinên cîhanê de wek xeleka dawî pênasê dikin. Berpirsiyariya me ya dîrokî ev e ku em xwedî li vê şoreşê derkevin, wê berfireh bikin û mezin bikin. Bi feyza ku em ji Şoreşa Rojavayê distînin û bi kelepora ku me ji tevgera jinên cîhanê dewr girtiye, em jin li xeteke hevpar a têkoşînê gihîştine hev. Em li dij wan rolan derketin ku modernîteya kapîtalîst li ser bar kiriye, ji bo jin ji nû ve vegere ser rastiya xwe me bi zimanê xwe, bi bîr û baweriya xwe, bi çand û rengên xwe gelek tişt bi ser xistin. Destkeftiyên me herwiha jiyana ku em hêvî dikin bixwe ne. Ji ber vê yekê em hemû êrîşên ku li jiyan û destkeftiyên me tê kirin wek li paradîgmaya me ya Jinên Demokratîk û Ekolojîk hatibe kirin dibînin û em rave dikin ku em ê bi tevayî di nava têkoşînê de bin"
 
'JI BO AZADIYÊ TU JÎ RABE SER PIYAN'
 
Elter, xebatên xwe yên di pavoya derbas bûyî yên bi jinan re kirin bibîr xist û wiha axivî: " Di pêvajoya çûyî de, me bi gelek jinan re li ser qadên cihê cihê nîqaş kirin, em li ser meseleya jinan axivîn, ji nêrîn û pêşniyazên ku derketin holê û ji encama ku me bi hemû pêkhateyên xwe re nîqaş kirin, wek TJA me biryar da ku em vê yekê wek kampanyayekê li dar bixin. Em radigihînin raya giştî ku em ê bi sernavê “"Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan” kampanyaya xwe berdewam bikin.Îro pergala kapîtalîst a mêrane, ji bo feraseta xwe ya netew-dewletê li ser piyan bihêle û jîndar bike hemû polîtîkayên xwe yên qirêj ên şerî dide meşandin. Em pir baş dizanin ku forma netew-dewletê a pergala kapîtalîst, ji civakan re ne jiyaneke nû pêşkêş dike û ne jî hêviya siyaseteke nû dide civakan. Berevajî vê, Rojhilata Navîn dixe nava kaosekê û li ser vê jî dixwaze xwe jîndar bike. Ji bo vêya jî, êrîş li hebûn, ziman, çand û baweriyên civakan dike, dewlemendiya civakên Rojhilata Navîn, ji bo xwe wek xenîmet dibîne û feraseta talankeriyê berbelav dike. Em jin, van êrîşan wek li nirx û pergala me jinan hatibe kirin dibînin û em ê bêdeng nemînin 
 
'JIN JIYANÊ DIPARÊZIN'
 
Elter, da zanîn ku jin li dijî şer, talan û mirinê, jiyanê diparêzin û wiha pê de çû: "Li vî welatî û li ser vê erdnîgariyê, ji aliyê pergala mêrane ve rolên zayendiya civakî yên newekhev di her qada jiyanê de dixwazin jinê bikin koleyên mêran. Bi baweriya jiyaneke nû em ê guherîn û veguherînê di vê kampanyayê de bihewînin. Têkoşîna ku heta niha me li hember feraseta mêrane dida, di vê kampanyayê de em ê çalaktir bikin. Li hember feraseta mêrane ya mîlîtarîst, zayendperest û netewperest ku hêza xwe ji şer, talan û xespê distîne û koçberiyê li me ferz dike, em jin em li ser aştiyeke bi rûmet israr dikin, em erdnîgariya xwe naterikînin û qadên xwe yên jiyanê diparêzin. Em jiyana li ser erdê xwe esas digirin. 
 
'JI BO EWLEKARIYA JINÊN PENABER EMÊ TÊBIKOŞIN'
 
Elter, rewşa jinên penaber ên ji ber şer bondar bûne jî nirxand û wiha pê de çû: " Jinên penaber ji bo ku bigihîjin jiyaneke bi rûmet û pêşerojeke ewle em ê tê bikoşin! Tu ewlehiya civakî ya jinên penaber û koçber tuneye û îro li kolanan tên qetilkirin û tên îstîsmarkirin, sermaye wan wek hêza kar a erzan dixebitîne û wan mecbûrî fuhûşê dike. Em ji vir careke din diyar dikin ku li paş van êrîşên li penaber û koçberan, nemeşandina zagonên penaber û koçberan hene, peymanên ku hatin destnîşankirin nehatin bicîanîn. Bi armanca piştevaniya jin û zarokên penaber û koçber, ji bo ku ew li ciyên ewle bimînin û bi biryar û xwesteka xwe vegerin qada xwe ya jiyanê em ê xebatên xwe berfireh bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Careke din em diyar dikin ku ev pirsgirêkên hanê ji ber polîtîkayên mîlîtarîst û şerperest in. 
 
Di pêvajoya çûyî de ji ber feraseta mîlîtarîst û şerperest, em giş bûn şahidên sûcên mirovahiyê. Dayika Taybet ku meytê wê heft rojan li kolanê ma, Cemile Çağırgaya ku meytê wê di sarincê de hat parastin, Şule Çet û gelek jinên din hatin qetilkirin û em dizanin ku ev hemû qetlîam ji ber vê feraseta qirêj e. Pergalên mêrane bi polîtîkayên xwe yên mîlîtarîst dixwaze netewperestiyê belav bike û faşîzmê li me ferz bike.
 
'CIHANA ME DIMIRE, EM CÎHANA XWE VEJÎNIN'
 
Elter, bal kişand ser talankirina xwezayê û wiha bilêv kir: "Pergala ku ji jinan re qadên jiyanê nehiştine, dixwaze qadên jiyanê bike beton, bi mêzîna xwezayê  re dilîze û mîrata çandî û dîrokî di bin avê de dihêle û bi vî awayî dixwaze pergala xwezayê serobino bike. Li hember vê pergala ku qada bêhnstendinê nehiştiye û hemû xwezayê ji bo sermayeyê wek rant dibîne, em jin em ê li qadên hevpar ên têkoşînê bên bal hev û tarûmarkirin û betonkirina xwezayê bisekinînin." 
 
'ÊRÎŞÊN LI SER JINA POLÎTÎKIN'
 
Elter, dest nîşan kir ku ew êrîşên li dijî jinan îdeolojîk û polîtîk dibînin û wiha rêz kir: "Em diyar dikin ku em ê jî li hember van êrîşan îdeolojîk û polîtîk tev bigerin! 
Lewma em ê bi hêza xwe ya birêxistin li hemû qadan li hember  îstîsmarkirina zarokan, tundî û qetilkirina jinan bertekeke hevpar nîşan bidin!Li hember polîtîkayên tundperest ên ku li hemû qadên jiyanê tên meşandin, pêkanîna parastina xweyî ya jinan ne sûc e, li hember polîtîkayên kêm ên dewletê parastina xweyî ji bo me jinan mafeke sereke ye. Îro gelek jin hatine cezakirin ji ber ku li hember tundiyê parastina xweyî pêk anîne. Em diyar dikin ku li hember êrîşên ku li mafê me yê jiyanê hatiye kirin hewce ye em parastina xweyî bikin û em ê vêya li her derê bînin rojevê. Polîtîkayên bêcezatiyê, pêşiya tundiya li jinan vedike û ev rewş bi destê desthilatdaran tê meşrûkirin. Ji ber vê yekê tundiya li jinan, ji tundiya dewletê cudatir nîne. Li hember polîtîkayên mêrperest ku jinan wek hêza kar a erzan dibînin, laşê jinan wek sermaye bi kar tînin û zorê didin jinan ku fuhûşê bikin, em jin em ê li kolanan, li qadan û li kargehan dengê xwe xurttir û bihêztir bilind bikin. Bi hêza xwe ya birêxistin û bi baweriya xwe ya azadiyê em ê bi vê kampanyayê pêşî li tundiya li jinan bigirin. Em jinên ku di malan de tên hepskirin û ji qada civakî tên dûrxistin, li hemû qadên jiyanê xeta xwe ya birêxistin a veguherîn û azadiyê pêş bixin. Em ê qebûl nekin kesên ku zarokan îstîsmar dikin di nava civakê de bi rehetî bigerin û ceza nestînin. Em ê li ser vê yekê li hember tundiyê bisekinin û ji bo verastkirinên fermî jî tê bikoşin."  
 
Elter, di dewama axaftina xwe de rola sêyemîn a rêya stratejîk a Birêz Ocalan pêşniyar kiribû nirxand û wiha got: "Li vî welatî li ser maf û azadiyên sereke qetlîam tê kirin. Mînaka herî mezin a vê bêhiqûqiyê em di tecrîda li ser Birêz Ocalan de dibînin ku li ser şexsê wî li hemû civakê tê kirin. Jixwe hemû bêhiqûqiya ku li me tê kirin ji tecrîdê tê. Elbet ev bêhiqûqî tenê ne ji bo me ye, hemû qadên civakê girtiye nav xwe. Dixwaze karmendan, karkeran, xwendekaran, kesên ku aştiyê dixwazin, jinan, zarokan, bi kurtasî dixwaze her kesî bigire nav xwe. Lewma di kampanyayê de em diyar dikin ku em ê li hember van bêhiqûqiyan bêdeng nemînin, li kolanan, li kargehan, li meclîsê, li taxan ji bo aştiyê ava bikin em ê stratejiya rêya sêyemîn bingeh bigirin. Hêza pêşeng a vê stratejiyê jin e
 
DÊ MODERNÎTEYA KOPÎTALÎST REXNE BIKIN
 
Elter herî dawî xalên kompanyayê ya heta dawiya meha Kanûnê dewam bike, wiha rêz kirin: 
 
"*Em ê modernîteya kapîtalîst rexne bikin. 
 
* Ji bo mêr biguherin û veguherin em ê çalakiyên hişmedkirinê li dar bixin. 
 
* Ji bo pirsgirêkên ku ji ber dagirkerî, koçberî û şer derketine holê plansaziyeke piralî bikin.
 
* Li hember êrîşên li jinan em ê hewl bidin ku parastina jinan bandorker bikin. 
 
* Di temamê meha Mijdarê de ji bo têkoşîna bi tundiya li jinan re em ê çalakiyan li dar bixin. 
 
* Di temamê meha Kanûnê de ji bo mafên mirovan li hember bêhiqûqiyê, bi taybetî jî bêhiqûqiya li girtiyên siyasî yên jin em ê kampanyayeke birêxistin li dar bixin. 
 
* Em ê li kolanan stranên azadiyê bistrên. 
 
* Em ê tarûmarkirina ekolojîk bisekinînin. 
 
* Em ê kincê kar li xwe bikin û nobedê bistînin. 
 
* Em ê bi zimanê xwe hefte û bernameyên çandî li dar bixin.
 
* Em ê bi platformên jinan re hevkarî bikin û ji bo qadên jinan ên jiyanê vebin plansaziyan çêkin. "

Sernavên din

20/07/2019
09:03 Helbesta du helbestvanan can daye kilama wê
09:03 Parêzvanên mafên mirovan: Divê muxalefet ji bo hiqûqê bang li dewletê bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2019'AN
19/07/2019
17:13 Fermandarê Cendermeyan a Bedlîsê di êrîşê de hat kuştin
17:05 Nobeta Edaletê li Wanê ye: Heta dewleta hiqûqê pêk neyê dê nobet xilas nebin
16:09 Rewşenbir akademisyen û rojnamegeran bang kir: Huseyin Aykol berdin
16:01 HDP: Şoreşa Rojava rêyek din nîşanda
15:54 Komîteya Amadekar: Werin em bi hev re li dijî şer qîr bikin
15:05 Afîşên Kurdî yên qeyûm rakiribûn, dîsa pê ve hatin kirin
15:05 Mizrakli û Yilmaz bersiv dan derewên derbarê mizgeftan de: Yên qadên mizgeftan kirine cihê bazirganiyê beton rijandin qada hêşînayî
15:03 ÎHD: Di 10 salan de 36 welatî bi maşîneyên zirxî hatin kuştin
14:40 Li Lîcê ji ber bombebaranê ewlehiya mirovan tune ye
14:27 TJA'yê dest bi kampanyeya 5 mehan kir: Ji bo azadiyê rabe ser piyan
14:10 Dadgeha Îstînafê biryara der barê Kişanak û Tuncel de xera kir
13:54 KCD'ê Şoreşa Rojava pîroz kir û Komkujiya Pirsûsê şermezar kir
13:08 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
12:33 Rojnameger Bîlen: Parvekirina min ne heqaret e, rexne ye
11:53 Jinên hilberînerên Hevselê daxwaza bazarê kirin
11:38 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li Balafirgeha Stenbolê çek hatin dîtin
11:10 ‘Darbeya sivîl a AKP’ê OHAL didome’
11:03 Cezayê Zûhal Olcay erê kirin
10:59 Rojên Fîlmên Jinan a Gerok rastî eleqeyek mezin tê
10:49 Di girtîgehê de ji bo zarokan pirtûka ‘Damlayan Masallar’ derxistin
10:20 Turîstên ji ber ala Kurdistanê hatin lînçkirin, hatin der sînor kirin
10:14 Hevjîna Cemîl Yildiz: Ger ku Pirsûs ronî kiribûna wê komkujiyên din nebûya
09:12 Li Kurkçulerê girtî li dijî zext û zoriyan li ber xwe didin
09:11 Dema hişkirina zebzeyan dest pê kir
09:10 Bûlût: Polîtîkaya 200 sal in bi ser neketibe niha jî bi ser nekeve
09:09 Tenê 2 sal û 9 meh ceza li polîsê ku welatiyê 85 salî kuşt birîn!
09:08 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin û îşkence kirin, lê dozger got 'pêdivî bi teqîbatê' tune ye!
09:08 Sewalkar ji ber kêmbûna çêrê ketine heyra çêra pezên xwe
09:07 Avahiyên ermeniyan ên li Çewligê yeko yeko hildiweşin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:44 Balafiran şevê din wargeha Mexmûrê bombe kirin
01:03 Wargeha Penaberan Mexmûr tê bombebarankirin
18/07/2019
16:51 Derbarê 5 parlamenteran de fezleke hat amadekirin
16:41 HDP'ê hevşaredarê nû yê Erdîşê diyar kir
16:41 Serokên 17 baroyan li Heskîfê kom bûn: Dest ji avakirina bendavê berdin
16:27 Guven: Axaftina min ji mexseda xwe hatiye dûrxistin
15:58 ÎHD: Di bin çavan de laçika Merve Demîrel bi zorê ji serê wê derxistin
15:45 Konê teziyê yê Coşkûn qedexe kirin
15:19 Li Balikesîrê di malekê de tûp teqiya: Kesekê jiyana xwe ji dest da
15:18 Karkerên 2 mehin meaşê xwe nagirin çalakî li dar xistin
14:32 Ayaz û Nûpelda li herêma eskerî jiyana xwe ji dest dan
14:25 ‘Paqijkirina deh hezaran mayînan erka sincî û wîcdanî ye'
14:18 Ji bo tevlîbûna mîtînga 'Li dijî şer çareseriya demokratîk' bang kirin
14:11 Dolmîşa koçberan qulipî: 10 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:59 Rojnameger Evren nehat berdan
13:29 Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmanê hat girtin
13:28 4 kes li Xerabê Bava hatin binçavkirin
13:25 Li Amedê qeza: 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn
13:03 Dozger xwest Kaftancioglu bê cezakirin û ji mafên siyasî bê mehrûmkirin
12:54 Li Tarsûsê girtiyek dawî li jiyana xwe anî
12:41 Li Sûriyeyê dê gel salvegera şoreşê pîroz bikin
11:25 Karkerê înşaetê ji qatê 15'an ket û jiyana xwe ji dest da
10:50 Polîsan ciwanê HDP’î bi guleyên plastîk birîndar kir
10:46 Di civîna MÎT û ENKS’ê ya li Efrînê de çi niqaş kirin?
10:39 HDP'ê wê li 5 herêman mîtîngê li dar bixe
10:00 Serokê Meclîsê gotina 'Bajarê Kurdan' qibe dît
09:54 Belgefîlma ‘Efsaneya Yaşar Kemal’ li Amedê hat pêşandan
09:47 Miftîtiyê bi awayekî qaçax li ser erseya şaredariyê mizgeft çêkir!
09:12 Siyasetmedarê ermenî Akhoyan: Divê siyasetmedar dev ji zimanê nefretê berdin
09:11 Bi saya pûl û dermanan dijîn
09:09 'Piştî komkujî pêk hat tevdîr hatin girtin'
09:07 Ji ber li def û zirnê xistibûn hatibûn girtin, piştî sê salan beraat kirin
09:06 Dayika Sîbel: Keça min hatiye kuştin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2019'AN
17/07/2019
16:23 Dadgehê di doza Dink de biryar da
15:35 Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir: Sibeya me roni kir
15:23 Li Hewlerê êrîş li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat
15:06 Li Ege 146 koçber hatin binçavkirin
14:56 Turkdogan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye
14:17 Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya
14:14 'Bi lêdanê em der sînor kirin’
14:12 HDP’ê ji bo zarokên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da
13:33 Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 7 kesan ceza hat xwestin
13:32 Walîtiyê tabelaya navê Dr. Îlhan Dîken daxist
13:28 Mamosteya nehat tayînkirin dawî li jiyana xwe anî
12:48 Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e
12:47 Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîn beraet kirin
12:46 Şoreş li Rojava 7 salî ye
11:54 Dolmîşa kerkeran li Çanakkale qeza kir: 17 karker birîndar bûn
11:52 Firotina xaniyan pir kêm bûye
11:30 Bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê eşkere bû
10:39 Çavkanîya helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê
10:27 Derbarê rojnameger Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin
10:08 Lêkolînerê Lubnanî: Tirkiye gihîştiye dawiya rê
10:07 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê dike
09:59 Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê binçav kirin
09:57 ‘Pereyê li şer xerc dikin li perwerdehiyê xwerç bikin'
09:09 Polîs li Êlihê ciwanan dijfermî binçav dikin û sîxurtî li wan tê ferzkirin
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê