BALIKESÎR - Li Îvrîndî, di malekê de tîp teqiya û kesekê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Îvrîndî ya Balikesîrê, di malekê de tûp teqiya û şewatê rû da. Li gorî agahiyan, di mala Kazim Ûzan ê 70 salî yê li Taxa Gokçeyazi de ji ber sedemek nehat zanîn tûpa teqiya.
Welatiyan piştî teqînê agahî dan ekîbên agirkûj û tenduristiyê. Ekîbên agirkûj ên hatin cihê bûyer mudaxileyê şewatê kirin. Piştî mudaxileya 2 saetan şewat hat vemirandin û dûre ekîbên tenduristiyê cenazeyê xwediyê xanî Ûzan ji malê derxistin û rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Balikesîrê.