DERSIM – Hat diyarkirin ku Ayaz û Nûpelda ên xwişk û birayê hev di encama teqîneke li qada yekîneyên veşartî yên eskerî ku hatine bicihkirin jiyana xwe ji dest dane.
Li mezraya Çakliyayla ya bi ser gundê Bîlgeç a girêdayî navçeya Pulur a Dersimê ve di 15’ê tîrmehê de teqînek rû da û Ayaz (8) û Nûpelda (4) Guloglu yên xwişk û birayên hev jiyana xwe ji dest dan. Walîtiya Dersimê daxuyanî dabû û gotibû ku ji teqemeniyek bi destan hatiye çêkirin zarokan jiyana xwe ji dest daye. Tê gotin zarokan ne bi teqemeniya bi destan hatiye çêkirin, ji ber teqîna muhîmata eskerî jiyana xwe ji dest dane.
Daxuyaniya Waliyê Dersimê Tuncay Soner ku da û dê piştevaniyê bide malbatê bû sedema bertekên xelkê Dersimê. Malbata Guloglu ev sê sal in diçin zozanan û mehên havînê li wir derbas dikin. Malbata Guloglu derbarê buyerê de naxwaze ji çapemeniyê re biaxive.
DIBE KU TEQEMENIYEK NÛ BE
Teqîn 15 metro dûrî konên malbatê pêk hat. Şopên teqînê hin pirsan di serê mirovan de çêkir. Teqîn kort ango çal çênekiriye. Ji ber vê yekê tê dîtin ku ev ne teqemeniyek bi destan çêkirine û teqîn ne ji ber teqînek bi destan hatiye çêkirin rû daye. Nerûxandina kevirên derdorê jî balê dikişîne ser xwe. Tê gotin ev cûreyê vê teqînê cûreyek din e. Teqîn nêzî Qereqola Kuşluca pêk hatiye û ev yek gumanan zêdetir dike.
YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ LI HERÊMÊ BICIH KIRIN E
Şêniyên herêmê diyar dikin ku li cihê teqîn rû daye xebatkarên MÎT’ê digerin û yekîneyên taybet ên veşartî jî li herêmê hatine bicihkirin. Her wiha beriya teqînê bi du hefteyan qereqolê bangî şêniyên herêmê kiribû û ji wan re wiha gotibû: “Hûnê bi şevê dernekevin derve. Hûnê vir vala bikin. Tiştek were serê we ne em berpirsiyarin.” Li ser vê yekê keyayê gundê Bîlgeç Tuncay Yetîk û zozanvaniyan bi Qeymeqamê Pulur û fermandarê qereqolê re hevdîtin pêk anîne û piştî vê hevdîtinê destûra mayîna welatiyan a zozanan hatiye dayîn.
ÎHD DÊ GILÎ BIKE
Rêveberên Baroya Dersimê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dersimê çûn cihê bûyerê lêkolîn pêk anîn û daxuyanî dan çapemeniyê. Şaxa ÎHD’ê dê raporek ji bo bûyerê amade bike û ji raya giştî re parve bike. ÎHD dide diyarkirin kul i herêma Dersimê bi ser 10 hezarî re teqemenî û mayîn hene û ji bo vê yekê jî dê giliyê sûc bikin.
‘BERIYA NIHA TIŞTEK LI WIR TUNE BÛYE’
Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn diyar kir ku herêma teqînê di nava sînorê cihên qedexekirî de cih nagire û got: “Em bi gundiyan re axivîn. Ji me re gotin ku gelek însan û sewal di wir de derbas dibin. Girek e û wek cihek temaşekirinê ye. Ji me re gotin ew diçin ser kevirê teqîn lê pêk hatiye derdorê temaşe dikin. Dan zanîn ku beriya niha jî li dora wî kevirî tu tiştek tune bûye.”
‘TEQEMENIYA BI DESTAN HATIYE ÇÊKIRIN NÎNE’
Kenan Çetîn da zanîn ku li gorî xerabûna di laşê zarokan de pêk hatiye dema derkevin rê cûreyê teqemeniyê dikare bê texmînkirin û di vê bûyerê de muhtemela mayîn an jî mayînek wek xefikê nayê dîtin. Çetîn wiha got: “Tişta ku me li wir dît teqemeniyek di bin erdê de bûye nîne. Çimkî teqemeniyên di bin erdê de bi piranî di lingan de rûxandin pêk tîne lê milê zarok jê bûye. Dibe ku teqemeniyek bombeya destan, topa hawanê ku li derdorê belav dibe ye. Dibe ku zarokan cîsmê li erdê dîtibe, li kevir xistibe û bi vî awayî teqiya be.”