* Sîbel Çelîk jina yekem a memura muhafizekar a Tirkiyeyê bû, piştî ji kar hat avêtin bi 2 hevalên xwe re dezgeha guhêzbar danîn û findên bi behn difiroşin. Çelîk, diyar kir ku dê di 25’ê Mijdarê de jî jinên ji kar hatin avêtin serê xwe netewîn in.
* Bi sarbûna hewayê ree koçerên ku li zozanan bi hezaran sewalên xwe diçêrînin, bi kîlometreyan rê dimeşin û di vegera malê de ne. Koçer li pêşbiniyên Bagokê bi cih bûn û bertek nîşanî qedexeya li ser zozanan dan û gotin ku "Ne di avahiyan de û ne jî di bin sîha qereqolan de em nikarin sewalên xwe biçêrînin."
* Malbata Çîftçî li navçeya Geverê di mala yek odeyî de têkoşîna jiyanê dide, malbatê bang li gel kir ku piştgiriyê bidin wan.
* Jinên di têkoşîna ekolojiyê de cih digirin, diyar kirin ku têkoşîna jin û ekojiyê nabe ku mirov ji hevdû cûda bifikire û wiha gotin: “Hişmendiya êrîşî jin û xwezayê dike hemane.”
* TSK demeke dirêj e li ser sînorê Herêma Efrînê bi cih bûye û hewl dide têkeve axa Efrînê. TSK bi xwesteka derbasbûna Efrînê her roj Herêma Efrînê dike hedef. Topbaran dike, mirovan qetil dike. Xwezaya wê talan dike. Bi balafirên bê mirov li ser Efrînê digere. Yekîneyên Parastina Gel (YPG), diyar kir ku TSK bi êrîşên xwe dixwaze em bersîvê bidin wan û êrîşên xwe rewa bike û êrîşên xwe yên li ser Efrînê zêde kiriye.
* Li Colemêrgê, piştî hevjînê wê tê girtin Nergîz Açar bi tena serê xwe tesîsa vehesandinê ya li Geliyê Zapê ye dişoxilîne. Açar got ku wê nehiştiye zarokên wê muhtacî tu kesî bibin û ji ber ev yek rewşa ‘divê jin çi bikin’ daye der kêfxweş e.
* Xweyîkerên sewalan ên li Îdirê anîn ziman ku ji ber goştê îthal ew bi rojên zor re rû bi rû ne. Xweyîkeran destnîşan kirin ku ev politikaya tunekirina sewalvaniyê ye û wiha got: “Wê 2-3 sal şûnde li Tirkiyeyê heywan neyên peydakirin. Bila di vî warî de dewlet alîkariyê bide me, wê buhayê goşt dakeve.”
* Wê fîlmê “Kollektivet” ê derhênerê navdar ê danîmarkayî Thomas Vinterberg ku bi mijara xwe li ser komuna Danîmarkayê ye, wê sibê li Amedê bê nişandan.
* Halît Înan, hevjînê Taybet Înan ku li Silopiyayê 7 rojan cenazeye wê li nêv kuçeyê hat sekinandin, Muduriyeta Polîsan a Silopiyayê derewand û wiha got: “Şeva bûyerê û sibeha wê em gelek caran li 155’an geriyan û me ew agahdar kirin. Hayê hemû cîhanê jê çê bûye, lê yê emniyete jê çê nebûye nebûye.”
* Kevirê Oltiyê ku li navçeya Oltî ya Erziromê tê derxistin, li gor rewşa bikaranînê hîn jî elqeyeke zêde ji bo wî heye. Tizbî, hungulîsk, guhar û qolyeyên ku ji kevirên Oltiyê tên çêkirin, li gor çeşnên xwe û çêkirina xwe buhayê wan di navbera 130 lîre û hezar lîreyî de diguhere.”
* Li Sûriyeyê bi lez û bez qewimîn û geşedan xwe didin der. Di vê çarçoveyê de, qaşo ji bo çareseriyek ji pirsgirêka Sûriyê re bê peydakirin çûnhatina civîn û hewildanan jî didome. Ji bo wê kîjan alî tevlî civîna Cinêvê bibin, li Riyadê civîn tê çêkirin. Civînên Cinev ku heta niha gelek caran ji ber nakokiyan û nebûna projeyan bê encam diman, tê meraqkirin gelo piştî têkçûna peytexta DAIŞ’ê wê ev car di Cinêv de ji bo hevsengiya siyasî ya ji bo Sûriyeyê formulek bê dîtin an na?
* Mamosteyê endamê Egîtîm Senê Cemîl Ozen li Edeneyê bi KHK'ê hat îxrackirin. Ozen diyar kir ku heta desthilatdariya siyasî roja mamosteyan pîroz dike, bila mafên wanên bingehîn bên başkirin.
* Rûniştina doza Cîgirê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî ku bi îdîaya "Endamtiya Rêxistinê" doz lê hatiye vekirin û heta 15 salan ceza jê tê xwestin dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê dê rapora tundiya li dijî jinan bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bike. (13.00)
* Çalakiya malbatên Roboskê dê li ser gora 34 kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bidome. (16.00)
* Çalakiya kolana Yukselê dê di roja 380’an de berdewam bike. (13.30/18.00)
* Buroya Hiqûqê ya Asrinê dê li ser navê 250 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re pêk bê dê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê bidin.