STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzerên Ocalan piştî hevdîtina 18’ê Hezîranê, bû 8 car serlêdan dikin, lê bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên wan nayê dayîn.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Nevroz Ûysal, Mazlûm Dînç, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol Erol, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan di 2’ê Gulanê de, di 22’ê gulanê de, di 12’ê hezîranê de û di 18’ê heziranê de bi giştî 4 caran bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.
Parêzerên Ocalan piştî hevdîtina 18’ê Hezîranê, bû 8 car serlêdan dikin, lê bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên wan nayê dayîn.