AMED - Rojnameger Kîbriye Evren a li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin û îro beşdarî danişîna xwe ya biryarê bû, diyar kir ku ew ne tehliye, beraeta xwe dixwaze. Şandeya dadgehê piştî navberê, biryar da ku girtina Evren dewa bike.
Danişîna doza Rojnameger Kîbriye Evren a di 9’ê cotmeha 2018’an de li Amedê di pêla operasyona li dijî siyasetmedaran de li gel 142 kesan hatibû binçavkirin û hatibû girtin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di dozê de ji bo Evren bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” ji 15 salan heya 20 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Rojnameger Evren d li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin, parêzerên wê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya, Nûnerê TGS’ê yê Amedê û hempişeyên Evren beşdarî danişînê bûn. Balkêş bû ku polîsan berî danişînê di lîsteyan de li navê Evren geriyan û ketin salona danişînê û danişîn şopandin.
‘EZ BERAETA XWE DIXWAZIM’
Evren berî dest bi parastina xwe bike, diyar kir ku wê di parastina xwe ya çûyî de bi zimanê Kurdî parastin kir û wiha got: “Lê ji ber ku min fêm kir ku parastina min nehatiye fêm kirin, ez dixwazim bi tirkî parastina xwe bikim. Ji bo vê yekê, ez lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazim ku neçarim bi zimanê tirkî parastinê bikim.”
Evren, derbarê mutalaya dozger a di danişîna çûyî aşkere kir de parastin kir û wiha axivî: “Li her qada ku jin lê hebin, ew der dikeve qada rojnamegertiya min. Hemû tiştên min kirin, di çarçoveya xebatên rojnamegertiyê dene. Ez rojnamegerekê ku têm zanîn û têm nasînim. Hemû saziyên civaka sîvîl, saziyên jinan, partiyên siyasî û pirsgirên zarokan dikevin qada min a rojnamegertiyê. Ez weke rojnamegerekê di operasyoneke bi kesên di hemû beşên cuda de cih digirin re, hatim binçavkirin. Hemû rojnamegerên bi min re hatin binçavkirin, hatin berdan. Lê ez ev 10 mehin girtîme. Ji ber xebatên xwe yên rojnamegertiyê ketim avahiyên partiyên siyasî û ev xeseriya rojnamegertiyê ye. hemû hevalên min ên rojnameger hatin berdan. Ez ne tehliya xwe, beraeta xwe dixwazim.”
Şandeya dadgehê, piştî parastinên parêzeran, danişîn taloqî 24’ê Îlonê kir.
POLÎSAN HEVDÎTIN BI DOZGER RE KIRIN
Balkêş bû ku piştî danişînê mubaşîrê dadgehê dest pê kê girteka danişînê da polîsan. Parêzer Resûl Tamûr bertek nîşanî vê rewşê da û îtîraz kir. Li ser îtîraza parêzer Tamûr, girteka danişînê ji polîsan paşve hat standin. Polîs li ser vê yekê ketin salona danişînê û bi dozger re hevdîtin kirin. Polîs piştî hevdîtinê, ji adliyê derketin.