AMED – Li gundek û mezrayek navçeya Farqînê “Qedexeye derketina kolanan” hat îlankirin.
Walîtiya Amedê li gundê Fişatê û mezraya Goma Fişatê yên girêdayî navçeya Farqîna Amedê bi hinceta operasyona leşkerî “Qedexeya derketina kolanan” îlan kir. Li gorî ragihandina Walîtiyê qedexe ji saet 06.00’an ê 23’ê mijdarê dest pê kiriye û heta fermana duyemîn dê bidome.
Di 16’ê mijdarê de jî li 12 gund û mezrayên Farqînê qedexe hatibû îlankirin û piştî du rojan bi dawî bûbû.