QERS - Hevserokê HDP’ê yê navçeya Qaxîzmanê di serdegirtina malê ya serê sibê de hat binçavkirin û dûrê hat girtin.
Li navçeya Qaxizman a Qersê, polîsan pêr bi ser mala Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Yaşa Ozlu de girtin û binçav kirin. Ozlu yê sewqî dadgeha nobedar hat kirin, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. Hat îdîakirin ku derbarê Ozlu de îfadeyên şahide vejartî hene.